Di doza fuhuşê ya Êlihê de dadgehê îfadeya zarokê qebûl nekir 2022-07-07 09:27:15   ÊLIH - Doza di rayagiştî de wek doza fuhuşê ya Êlihê tê zanîn, hat dîtin û dadgehê der barê gumanbaran de biryara beratê da û hinceta biryarê aşkera kirin. Dadgehê îfadeyên zarokê ji nedîtîve hat.   Li Êlihê fuhuş li zarokekê hatibû ferzkirin û bi awayekî sîstematîk tecawizî wê hatibû kirin. Der barê mijarê de doz hat vekirin û di raya giştî de wek ‘doza fuhuşê ya Êlihê’ tê zanîn. Runiştina biryarê ya dozê li 1'emmîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê hat dîtin. Lê tevî hemû îfadeyên zarokê, di her runiştinê de gumanbaran gotin tu sûcê wan tune ye û daxwaza beratê kirin.   Hatin beratkirin   Di runiştina dawî de heyeta dadgehê, sûcdariyên derbarê gûmanbar Yildiz Çelîk, Eflatun Emluk, Heves Tinig, Kadrî Tirkî, Mehmet Şakir Aygan, Veysî Gormuş, nirxand û got ev ji gumanan durin, delîlên bawerî bi wan bên û teqez bi dest neketine û sûc ne sabît e û biryara beratê da.   ‘Tiştekî wek delîl bê nirxandin tune ye’   Piştî runiştinê heyeta dadgehê hinceta biryarê aşkera kir û dadgehê îfadeya zarokê esas negirt. Di biryarê de hat gotin ku gumanbarên din û gumanbar Yildiz Çelîk hev nas dikirin û hevdîtinên telefonê jî ji ber ku  li heman herêmê esnaf bûne dixebitîn bûye û hevdîtinên têkiyên normal in, berovajî vê titşekî ku wek delîl bê nirxandinê nîne.    Îfdeya zarokê bawerî nedaye   Di berdewamiya biryarê de hat gotin ku piştî zarok ji holê winda dibe malbat serî li qerekolê dide û zarok li qerekolê di îfadeya xwe de dibêje tecawizî wê hatiye kirin  û tevî vê dadgehê bawerî bi vê îfadeyê neanî.