Ji bo Nobeda Edaletê peyama piştevaniyê 2022-07-06 14:57:49   ÎZMÎR - DBP'yiyên di roja 81'yan a Nobeda Edaletê de piştgirî dan xizmên girtiyan dan zanîn heta daxwaza malbatan bi cih bê ew ê piştgiriya xwe bidomînin.    Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê ya ximzên girtiyan ji bo giriyên nexweş û înfaza wan hatine şewitandin bên berdan her wiha tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe dabûn destpêkirin di roja 83'yan de didome. Malbatên li ber Girtîgeha Kiriklara Bûcayê nobeda xwe domandin berdilkên “Deng bide zindanan” “Ji girtiyên nexweş re azadî” li xwe kirin. Her wiha dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Heq hiqûq edalet" hatin berzkirin. Îro DBP'ê çû serdana malbatan. Ji rêveberiya DBP'ê Kerem Ay axivî.    Kerem bang kir ku binpêkirina mafên li girtîgehan bi dawî bibin, qedexe bên rakirin û wiha got:"Em daxwaz dikin ku hukumxwarên nexweş tedawiya wan bê kirin û girtiyên nexweş ên nikarin di girtîgehan de bimînin jî bên tehliyekirin. Bila herin mala xwe û li gel malbata xwe bên tedawîkirin. Heta ev daxwazana bên cih em ê her werin gel girtîgehê. Em dixwazin ragihînin ku em ê tu carî dev ji rêhevalên xwe yên li girtîgehan bernedin."   Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.