Li Rihayê Nobeta Edaletê di roja 485'an de ye 2022-07-06 14:11:31   RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne ev peyam parve kirin: “Dozgerên her roj di ber dayikê re derbas dibin, wê di cejnê de destên dayikên xwe maç bikin!”   Çalakiya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 485’an de berdewam dike. Malbata ku di saetên serê sibehê de ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê, li pêş Edliyeyê dest bi nobeda xwe kir.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Navenda Giştî ya AKP’ê, Serokatiya Rihayê ya AKP’ê û Walitiya Rihayê etiket kir û ev peyam parve kir: “Nav: Emîne Şenyaşar, Temen: 66 Du kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. 4 sal in di dozê de biryara veşartî heye. Kurekî wê 4 sal in di hucreyê de ye. Dozgerên her roj di ber dayikê re derbas dibin, wê di cejnê de destên dayikên xwe maç bikin!”