Li gundikê Gorseyê bêhna gazê bandorên neyînî li ser xebatkaran kir 2022-07-06 12:31:00   AMED - Piştî balafirên şer ên dewleta tirk saet di 10.00'an de ji ser Gundikê Gorseyê yê Gundê Tunekraga Navçeya Dîcleya Amedê geriya şûnde xebatkarên çandiniyê diyar kirin ku bêhneke giran a gazê hatiye û bêhna wan teng bûye, dilên wan xeliyaye, serê wan êşiyaye.    Li gorî agahiyên me ji niştecihên gundikê Gorseyê yê Gundê Tunekraga Navçeya Dîcleya Amedê girtiye, îro saet di 10.00'an de balafirên şer bi ser çiyayên nêzî Gundikê Gorseyê ne geriyane û piştî balafiran jî bêhneke giran ya weke gazê belav bûye. Nîştecihên li Gundikê Gorseyê kon vedane û karê çandiniyê dikin ji bêhna gazê bi bandor bûne.   Li gorî agahiyên karkerên çandiniyê dane, dema bêhna gazê hatiye aciziyên weke bêhntengî, xelandina dil û serêşê çêbûye. Karker ji bo ewlehiyê ketine hundirê konên ku vedane. Lê belê ji ber gundik dûrî navçeyê ye ew nikarin herin nexweşxaneyê.