Konseya Katalan peymana di navbera NATO û Tirkiyeyê de şermezar kir 2022-07-06 09:36:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Katalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û peymana di navbera NATO û Tirkiyeyê de şermezar kir.   Konseya Katalan derbarê peymana di navbera NATO û Tirkiyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tirkiye di warê binpêkirinên mafên mirovan de gelek caran ceza stendiye û peymana ku wê çalakvanên kurd teslîmî Tirkiyeyê were kirin jî hate şermezarkirin.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew hêvîdar in wê Swêd û Fînlandiya girêdayî demokrasiya xwe bin û hate gotin “Em hestên xwe yên hevgirtinê ya ji bo Gelê Kurd û piştgiriya xwe ya ji bo diyarkirina qedera wan diyar dikin. Em şermezar dikin ku ev maf ji bo armancên polîtîk ên welatên din tên fedakirin.”