Peyama malbatên beşdarî kongreya HDP'ê bûn: HDP nikare bê girtin 2022-07-06 09:07:57   ENQERE - Malbatên kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane her wiha ji aliyê zihniyeta faşîst ve hatine qetilkirin beşdarî 5'emîn Kongreya Awarte ya HDP'ê bûn. Malbatan di kongreyê de zextên li ser HDP'ê nirxandin û peyama HDP nikare bê girtin dan.    Di 3'yê Tîrmehê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Eywana Werzîşê ya Enqereyê 5'emîn Kongreya Awarte li dar xist. Bi hezaran kes û gelek nûnerên siyasî her wiha malbatên kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û ji aliyê zihniyeta faşîst ve hatine qetilkirin beşdarî 5'emîn Kongreya Awarte ya HDP'ê bûn. Malbatên beşdarî kongreyê bûn peyama serfiraziyê dan.    'Em hene em ê bi ser bikevin'   Dayika Deniz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya li Îzmirê hat qetilkirin, Fehime Poyraz peyama ew ê bi ser bikevin da. Fehimeyê da zanîn ku ew ji bo gel beşdarî kongreyê bûye û wiha got:"Ji bo ez gel bibînim ez hatim kongreyê. Min gel dît ez gelekî kêfxweş bûm. Gelek kes hatine. Em hene em ê bi ser bikevin. HDP nikare bê girtin. Gelê Kurd ew ê her tim li ser piya be."   'Dozên girtinê ji ber acizbûna wan e'   Keça Musa Anter, Rahşan Anter a beşdarî kongreyê bû bextewariya xwe parve kir. Rahşanê da zanîn dozên girtinê yên li hemberî HDP'ê ji ber acizbûna wan e û wiha pê de çû:"Tabîrek heye. Gerandina di nava heriyê de. Dema nikaribin tiştekî bikin xwe di nava heriyê de xwe digerînin. Gelek zarokên me di hundur de ne. Yên li derve ne di bin talûkeyê de ne lê nikarin wan têk bibin. Îro ewqas însan hatin vê derê. Vê yekê min pir bextewar kiriye. Me gelekî bêriya zarokên xwe yên li hundur kirine. Bila demildest bên derxistin."   'Wê HDP hîn zêde mezin bibe'   Dayika Şemiyê Hanife Yildiz, operasyonên siyasî rexne kir û got ew li pişta HDP'ê ne. Hanifeyê got:"Bila werin li vî gelî binêrin. Bila li Newrozê li jinan binêrin. Em ê bi ser bikevin. Em li pişta HDP'ê ne, em ê mezintir bibin. Dozên vekirine hincet in. Lê em ê mezin bibin. Dema em bibin yek ew ê her tiş bibe. Li gor AKP'ê em hemû 'terorîst in' lê HDP li ba gel e."   'Em edaletê dixwazin'   Hevşaredara Şaredariya Pirsûsê Hatice Çevik a dewsa wê qeyûm hat tayinkirin û di heman demê de keça wê di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest daye wiha got:"Em daxwaz dikin ku edalet û aştî bê Tirkiyeyê. Em vêya ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn dixwazin. Ji bo hemû gelên tên çewisandin û neheqî li wan tên kirin em edalet û aştiyê dixwazin. Em bawer dikin ku em ê aştiyê bînin jî. Bi vê wesîleyê lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar mînakek e. Em jî wekî Malbatên 10'ê Cotmehê li edaletê digerin. HDP li Tirkiyeyê çareseriyên mayinde pêşkêş dike û hemû gelan li derekê kom dike. Em dizanin dê HDP aştî û demokrasiyê bîne. HDP bê girtin jî wê fikriyata wê bidome. Em ne bi tenê ne. Mirovên nû tên. Loma doz û girtin ne çareserî ne. HDP dê bidome."