Şahidan êrîşa li ser penaberan vegot: Wasayita rawestiyayî gulebaran kirin 2022-07-06 09:05:30   WAN - Welatiyên ku bûn şahidên êrîşa li ser penaberan a li navçeya Sarayê, diyar kirin ku leşker û cerdevanan wesayita rawestiyayî gulebaran kirine û ev tişt gotin, "Wekî gurê ku bikeve nav pez ew jî wiha ketin nav mirovan talan kirin  û qetil kirin."   Li taxa Karahîsar a navçeya Seraya Wanê di 3'yê mehê de wesayîta ku penaber tê de bûn ji hêla leşker û cerdewanan ve hate gulebarankirin. Di encama gulebaranê de zarokekî 4 salî jiyana xwe ji dest da û 13 kes jî birîdar bûn. Walitya Wanê derbarê bûyerê de daxûyanî da û diyar kir ku leşkeran hişyariya rawestin kiriye û ji ber ku "guh nedan vê hişyariyê" hatiye gulebarankirin. Walîtiyê îdia kir ku guleyên li erdê vepekiyane li wesayîtê ketine û di encamê de  zarokê 4 salî jiyana xwe ji dest da ye. Şêniyên taxê derheqê bûyerê de axivîn û dan zanîn ku piştî wesayît sekinî jî hatiye gulebarankirin.  Şêniyên li taxê jî diyar kirin ku cerdevan û leşkerên ku  gulebaran kirin bi taybetî gule bera piyên penaberan didan û penaberên ku hatin birîndarkirin jî şêniyên taxê ew bi wesayitên xwe rakirin nexweşxaneyê.    Jinên ku li taxa Karahîsarê şahidî ji bûyerê re kirin tişta dîtin vegotin.   'Zarokê hat kuştin û birîndar nebirin nexweşxaneyê'   Ji jinên li taxê Hulya Şahîn, diyar kir ku wê dema mîyên xwe dibirin çêrê dengê çekan bihîstiye û ji ber wê her kesî xwe veşartiye. Hulya got dema ku derketiye derve dîtiye ku leşer û cerdevan wesayitê gulebaran dikin, di wê demê de guleyek li gewriya jinekê ketiye û wiha got, "Penaber ji wesayitê daketibûn û direviyan. Lê leşer û û cerdevanan hîna jî gulebarana dikirin didomandin. Herkes hatibû wir û dilê mirov diêşiya. Xuşka min xwest dîmen bikişîne lê leşkeran destûr neda ku em dîmen bikişînin. Min bertek nîşanî leşkeran da û min got min bi çavên xwe dît, ji ber ku min dîtiye hûnê min jî bikujin? Helîkopter di ser serê me re diçûn û dihatin û leşkeran dora malên me girtibûn. Ev tişt cerdevanan kiribû.  Mirî û kesên birîndar nebirin nexweşxaneyê jî. Gundiyan ew bi wesayitên xwe birin."   'Bi zanebûn gulebaran kirin'   Hêlîn Şahîn a ku bû şahida bûyerê jî diyar kir ku tişta leşker û cerdevanan kiriye zilm e û ew vê qebûl nakin. Hêlîn wiha got, "Kî fermanê dide leşker û cerdevanan ku bi vî awayî tevdigerin. Li gel ku wesayit rawestiya bû jî ji nêz ve gulebaran dikin. Bi zanebûn kes gulebaran kirin. Ji ber ku em bûn şahidê vê bûyerê em gelek xemgîn in."   'Mirov qetil kirin'   Rabiya Menav jî derbarê qetlîamê de wiha got, "Zarokê 4 salî qetil kirin. Çi sûcê wî zarokî hebû. Hiqûq nemaye. Dema ku em tiştekî biaxivîn me dikin girtîgehê. Ji ber wê kesek na axive. Bê çawa gur dikev nav pez, ew jî bi wî rengî ketin nav mirovan û qetlîam pêk anîn."