Li Qibrisê ji bo azadiya Abdullah Ocalan 35 hezar îmze hatin komkirin 2022-07-06 09:04:16   Derya Ren   AMED - Endama Komîsyona Jinan a Navenda Çanda Kurd ê Theofilosê ya Qibrisê Fatma Jirkî, bal kişand ser kampanyaya ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin û got: "Heta niha 35 hezar îmze komkirinê lê armanc dikin heta payizê 60 hezar îmze kom bikin."    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, di nava hefteyê de du caran serî li cihên pêwendîdar didin lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî nayê dayîn. Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan, di 2-22’yê gulanê de, di 12-18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Abdullah Ocalan, yekemîn car karîbû di 27’ê nîsana 2020’an de mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Ji ber ku fikarên raya giştî yên derheqê Abdullah Ocalan de zêde bûbûn, di 25’ê adarê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan, dabû zanîn ku axaftina wan di nivî de hatiye qutkirin.   Bertek û nerazîbûnên li hemberî tecrîdê didomin. Navenda Çanda Kurd a Theofilos ê Qibrisê tevlî kampanyaya ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bû. Navend ji bo bîranîna Serokê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê ya Qibrisê Theofilos Georgiadîs ê ku di 20'ê adara 1994'an de hatî qetilkirin hat vekirin. Ev navend alîkariyê dide kesên ku ji Tirkiyeyê koçber bûne.    Endama Komîsyona Jinan a Navenda Çanda Kurd ê Theofilosê Fatma Jirkî ji ajansa me re axivî û bal kişand ser xebatên kampanyayê.    'Çi dibe bila bibe em ê bi ser kevin'   Fatma, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Ne tenê Dewleta Tirk, dewletên hegemonîk jî hevkarên tecrîdê ne. Ev hevkarî bi komployê dest pê kir û heta îro jî berdewam kir. Hemû dewlet niha li hemberî zilma li dijî Gelê Kurd û tecrîdê bêdeng in. CPT'ê jî di nav de. Serok Apo ji bo azadiya gelan 50 sal in têdikoşe. Li tu derê cîhanê li hemberî rêberekî tecrîdeke wisa pêk nehatiye. Em ê li dijî polîtîkayên zeştê dê bi Gelê Kurd re têbikoşîn. Çi dibe bila bibe em ê bi ser kevin. Serok Apo li hemberî polîtîkayên tecrîdê li ber xwe dide."   ‘Ji bo azadiya jinan têkoşîneke mezin daye'    Fatma, diyar kir ku di serî de li welatên Ewropayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan kampanyayek hatiye destpêkirin û wiha bi lêv kir: "Li  gelek welatan çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Ev tişt girîng e. Li Qibrisê jî çalakî hene. Heta azadiya Serok Apo pêk bê em ê li ber xwe bidin. Ji ber ku hebûna Serok Apo hebûna Gelê Kurd e. Di serî de jinên kurd û Gelê Kurd divê bibin yek û ji bo azadiya Serok Apo têbikoşîn. Serok Apo ji bo azadiya jinan têkoşîneke mezin daye meşandin. Heta ku azadiya fizîkî ya Serok Apo pêk neyê, civak jî azad nabe. Di serî de jin azad nabin. Em wek navenda çandê xebatên xwe didomîn. Lê belê navenda me zêde nayên nasîn û dema em berê xwe didin kolanan ji bo komkirina îmzeyan, em zimanê hevdû zêde fêm nakin. Lê dema em dibêjin ji bo Serok Apo em îmze kom dikin demildest îmze didin."   'Me 35 hezar îmze kom kir'   Fatma da zanîn ku armanc dikin heta demsala payîzê 60 hezar îmze kom bikin û wiha axivî: "Di navbera salên 2013 û 2014'an de ji bo azadiya Serok Apo li derdora Ruman me 60 hezar îmze komkiribû. Niha dîsa em îmzeyan kom dikin. Cara em bi nîjadperestên tirk re rûbirû dimînin û gotinên nebaş dikin. Lê belê divê bê zanîn ku ligel her cureyên êriş û astengiyan em ê li vir xebatên xwe bidomînin. Her wiha heta niha me 35 hezar îmze kom kir. Lê belê em armanc dikin ku heta payîzê 60 hezar îmze kom bikin. Ev îmzeyên ku hatî komkirin dê bibe bersivek."    Fatma wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li dewlatan dikim, bila nebin hevkarên sûcên Tirkiyeyê. Bila kes li ser kurdan bazarê neke. Bila kurdan nekin amûra berjewendiyên xwe."