'Me bi hilweşandina malbat û dewletê sûcdar dikin û em dibin hedef' 2022-07-06 09:01:48   AMED - Parêzer Elif Tirenç diyar kir ku jinên li komele û rêxistinên jinan têdikoşin dibin hedefa darazê û wiha got:"Li li rojavayê Tirkiyeyê jin bi hinceta 'hilweşandina malbatê' tên sûcdarkirin lê belê li herêmê jî rêxistinên jinan bi 'hilweşandina dewletê' tên sûcdarkirin. Bi vî rengî jin dibin hedef."   Parêzer û endama Komeleya Jinê ya Rosayê Elif Tirenç Îpek Ulaş ji ber faliyetên komeleyê hatibû sûcdarkirin û 5'emîn rûniştina doza lê hatibû vekirin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Elîfê hem bal kişand ser pêvajoya darizandinê hem jî bal kişand ser nêzîkatiya dewletê ya hember rêxistinên jinan.    'Li herêmê jin bi hilweşandina dewletê tê sûcdarkirin'   Elifê bi lêv kir ku di demên dawî de êriş tenê li dijî jinên aktivîst pêk nayên di heman demê de li dijî sazî û rêxistinên jinan jî êriş mijara gotinê ye û ev yek jî bi rêya darazê tê kirin. Elifê wiha domand:"Mêrekî bi sifata mexdûriyetê doza girtinê li Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin vekir. Dosyayên derbarê Komeleya Jinê ya Rosayê jî bi vê mîna ye. Dema em li dosyayan dinêrin bi beyanên mêrên bersûcên tundiyê ne lêpirsîn dest pê dikin. Yanî li rojavayê Tirkiyeyê jin bi hinceta 'hilweşandina malbatê' tên sûcdarkirin lê belê li herêmê jî rêxistinên jinan bi 'hilweşandina dewletê' tên sûcdarkirin. Bi vî rengî jin dibin hedef. Ji vêya diyar e ku zihniyeta mêr me wekî talûke dibîne."   'Ji ber ez rêvebera komeleyê me ev dibe mijara darizandinê'   Elifê da zanîn ku dema mirov li pêvajoyên darizandinê dinêre dibîne ku ev pêvajoya ji bo kes û komeleyên tên darizandin dibe wekî îşkenceyekê û got darizandin gelekî tên dirêjkirin. Elifê wiha da dû gotina xwe:"Wekî mînak, di dosyaya ez jê dihatim darizandin de beyanê şahidê nepen hebû. Her wiha beyanên kesê ku tundî li jina serî li me dabû hebûn. Ji xeynî vana tiştekî din di dosyayê de tune bû. Ji ber ez rêvebera komeleyê me ev dibe mijara darizandinê. Me ji destpêka darizandinê heta niha got divê biryara beratê bê dayin. Ev sal û nîveke ku darizandin bi hinceta hisûsên kêm tê dirêjkirin. Bi dirêjkirina darazê tê xwestin peyamek bê dayin. Dixwazin bi vê yekê jiyana mirovan felç bikin û dixwazin me ji têkoşîna me biqerînin. Ji bo vê yekê bikin jî zexta derûnî dikin."   'Têkildarî dosyaya biryara neşopandinê ji bo wê hatiye dayin israr dikin'   Elifê bal kişand ser roja rûniştinê û wiha pê de çû:"Dadgehê têkildarî dosyaya biryara neşopandinê ji bo wê hatiye dayin israr dike ku dîsa bê vekirin. Ev ne pêwist e û ne hiqûqî ye. Me îtiraz kir. Dozger jî daxwaza vî tiştî nekir. Dozger jî diyar kir ku tiştê dadgehê kiriye ne pêwist e û ne hiqûqî ye. Dadgeh ji xwe re dibêje belkî em tiştekî derbarê vê kesê de bi vî rengî bibînin û wê mehkûm bikin. Niha li edliyeyê ev didome."   'Em mezin û bi hêz dibin'   Elifê bal kişand ser sedema dirêjkirina pêvajoyên darazê û destdirêjiya darazê û wiha domand:"Diyar e ku dosyayên em jê tên darizandin wê ne ya yekem ne jî ya dawî be. Ji roja ez beşdarî têkoşînê û rêxistinên jinan bûme, ji DOKH'ê bigirin heta piştî wê tim bi beşdariya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê hatime sûcdarkirin. Lê ez dibêjim têkoşîna me tu carî li erdê nema, neqediye. Her tim hinekan al dewir girtin. Çimkî em mafdar in. Her wiha ji roja ev destdirêjiya darazê pêş ketiye heta niha têkilî û piştevaniya di navbera sazî, rêxistinên jinan zêdetir bûye. Her ku ew êriş dikin em mezin û bi hêz dibin."