ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-06 09:00:00     *Parêzer Elif Tirenç diyar kir ku jinên li komele û rêxistinên jinan têdikoşin dibin hedefa darazê û wiha got:"Li li rojavayê Tirkiyeyê jin bi hinceta 'hilweşandina malbatê' tên sûcdarkirin lê belê li herêmê jî rêxistinên jinan bi 'hilweşandina dewletê' tên sûcdarkirin. Bi vî rengî jin dibin hedef." DÎMEN HEYE   *Endama Komîsyona Jinan a Navenda Çanda Kurd ê Theofilosê ya Qibrisê Fatma Jirkî, bal kişand ser kampanyaya ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin û got: "Heta niha 35 hezar îmze komkirinê lê armanc dikin heta payizê 60 hezar îmze kom bikin." BI DÎMEN    *Welatiyên ku bûn şahidên êrîşa li ser penaberan a li navçeya Sarayê, diyar kirin ku leşker û cerdevanan wesayita rawestiyayî gulebaran kirine û ev tişt gotin, "Wekî gurê ku bikeve nav pez ew jî wiha ketin nav mirovan talan kirin  û qetil kirin." DÎMEN HEYE   *Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a herêma Efrînê Newroz Heşêm û mêrên ku tevlî perwerdeyê bûne têkildarî perwerdeya mêran a bi pêşengtiya Kongreya Star hatiye destpêkirin de wiha gotin: "Di destpêkê de neqebûlkirinek hebû, lê niha mêr bi vê perwerdeyê gelek kêfxweş in û dixwazin zêdetir dîroka jinê nas bikin. Divê hemû mêr werin û tevlî vê perwerdeyê bibin, ji bo ku zanista jinê nas bikin." DÎMEN HEYE   *Malbatên kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane her wiha ji aliyê zihniyeta faşîst ve hatine qetilkirin beşdarî 5'emîn Kongreya Awarte ya HDP'ê bûn. Malbatan di kongreyê de zextên li ser HDP'ê nirxandin û peyama HDP nikare bê girtin dan.  DÎMEN HEYE