Malbata Şenyaşar: Dayikek, têkoşîna herî mezin ji bo edalet û wîjdan dide 2022-07-05 12:46:58   RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên Nobeda Edaletê di roja 484'an de didomînin wiha gotin:"Li Rihayê dayikek ku kezeba wî şewitî ye li dijî zîhniyeta ku dibêje ‘serokkomar li pişt me ye, em xurt in’ têdikoşe û têkoşîna herî mezin ji bo edalet û wîjdan dide."   Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) li ber Edliyeya Rihayê di roja 484’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweş bû tev li nobedê nebû û Ferît Şenyaşar nobeda îro bi rê ve bir.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam belav kir: "Li Rihayê ji bo tu di dozekê de mafdar bî û heqê xwe bigirî têr nake. Li Rihayê dayikek ku kezeba wî şewitî ye li dijî zîhniyeta ku dibêje ‘serokkomar li pişt me ye, em xurt in’ têdikoşe û têkoşîna herî mezin ji bo edalet û wîjdan dide.”