Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn: Em ê we rehet bernedin 2022-07-05 09:05:11   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn  ku girtiye der barê cezayê li gumanbarê Pinar Gultekîn hatiye birîn de nameyek nivîsî û got: “Em jin tu car dest jê bernadin. Em ê bibin kabusa we û we rehet bernedin.”    Rûniştina doza kujerê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci yê ku bi îşkenceyê Pinarê kuşt, kesê ku pê re bû alîkar Mertcan Avci, dayika kujer Ayten Avci, bavê wî Selîm Avci, hevjîna wî ya ku jê veqetiya ye Eda Karagun û şirîkê wî Gokhan Orhan ku ji ber reşkirina delîlan jê tên darizandin li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê hat dîtin. Pişti guhdarîkirina parêzerên aliyan, heyeta dadgehê der barê Metîn Avci de cezayê muebeta giran da, lê pişter ev ceza bi hinceta ku tahrîk bûye daxist 23 salan û derbarê gûmanbarên din de jî biryara beraetê da.   Dozgerê îtîrazê biryara dadgehê kiribû di mutalayê de ji bo gumanbar cezayê muebeta giran xwestibû. Her wiha dozger ji bo gumanbarên din jî ji sûcê ku delîl veşartine daxwaza ceza kiribû.   Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn ya li girtîgeha Jinan a Amedê dimîne der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re nameyek şand.   Nameya Zelalê wihaye:   “Zîhniyeta serdet ya mêr ji dîrokê heta niha bi hemû tecrubeyên şer xwe li her qadê mayînde kiriye û şerê wê yê li dijî jinê jî gihiştiye asteke bêahlaq û hovane. Desthilatdarî bi tirsa ku winda bike bi hemû mekanîzmayên xwe êrîşê jinan dikin. Em bi baweriya têkoşîn û azadiya nasnameya xwe re têkoşîna xwe didomînin û ji ber vê em dîl hatine girtin. yên dikarin qetil bikin dikin û yên ku nikarin jî dîl digirin û hewl didin têkoşîna azadiyê rawestînin. Em li ku bin jî em ê dest ji berxwedanê bernedin.Ew jî vê baş dizanin.   Biryara ku darazê daye   Carnan mirov ji zindanan li derve dinêrin rewş gelek bi êş e. Ji kanalên netewî yên hewzê em kuştinên jinan dibînin, şîdeta li ser jinan dibînin. Em bêçaretiya vê dijîn û hêrsa xwe mezin dikin. Ji ber şert û mercên berxwedana me ji destê me hatine girtin, ev dibe sedema serhildana me. Li dijî van pêkanînên ku mirovan ji jiyanê dikin, serî hilnedan pêkane gelo? Li dijî vê hovîtiya dewleta mêr gelo em hemû ne di xetereyê de ne. Biryarên daraz didin her tiştî baş derdixe holê.  Kujeran bi tahrîka bêmaf cezayên wan dadixin û cesaretê didin mêran. Gelo kîjan biryara darazê bê alî û adîlane ye?   Jinên Kurd ji ber nasnama polîtîk, muxalîf bûn û Kurdbûnê  terorîst tên îlankirin û rastî cezayên giran tên. Ji bo cînayetên jinan jî biryarên tên dayîn her tiştî pir zelal nîşan dide.   Biryara der barê Pinarê de skandale Gotinên di runiştina darizandina gumanbarê Pinar Gultekîn de, hincetên daxistina ceza, cezayê li gumanbar hatiye birîn skandaleke nû ya darazê ye. Pinar jineke ku kelecana jiyanê dijiya û jineke ku hêvî û xeyalên wê yên jiyanê hebû. Pinara ku nikaribû ku bê qetilkirin, bi hemû jinan re di piştevaniyê de bû û jineke ku sekna wê zelal bû. Ger ku ji jiyanê nehatiba qutkirin wê iro têkoşîna xwe mezin bikira.Wê li her qadê ligel jinan bûya. Lê wisa nebû. Bi organîzekirî hat qetilkirin û bû qurbana cînayeteke ku hevkarî hatiye kirin. Şîdest dît, hat xeniqand û di varîlê de hat şewtandin. Kujerê çavsor ku îdia kir bedena wê ya bê can şewitandiye, di encama otopsiyê de derket holê ku dema Pinar dişewitî hina dijiya.    Erdogan çima di vê mijarê de neaxivî?   Piştre, piştre çi bû? Tiştên ku em nebiyaniyên wan in pêk hatin û jin hedef hatin girtin û gotinên ahlaqê ketin dewrê. Ewil ahlaqê Pinarê hat lêpirsînkirin, piştre jiyana wê ya taybet hat serobinokirin. Ji ber îdiayên kujer, telefona wê şandin lêkolînê û gotin paqije. Yanî wek kujer îdia kiriye, dîmen, qeyd û peyamên şantajê tunebûn. Di encama runiştinên bi mehan de didome de 20’ê hezîranê de biryar hat dayîn. Erdogan ku digot êdî di kuştinên jinan de tahrîk, rewşa baş, poşmanî tune û ji van ceza nayên daxistin, di vê mijarê de hîna neaxiviye?   Ji bo westiya ev ceza hat daxistin?   Gelo ev tahrîka bêmaf çi bû di vir de? Dema plan kir westya, dema hevkarê sûc dît westiya? An jî dema Pinar îqna dikir bi xwe re bibe? an jî di rijandina betonê de zehmetî kişand, dema çakmak pêdixist westiya?an jî dema çal dikir? Çibû ev tahrîka bêmaf? Hemû delîl li holê bûn, lê ev tahrîka bêmaf çibû? Bi Pinarê re edelet mir, mirovahî mir, heqîqet mir, cînayetan berdewam kir. Ji bo kujerê çavsor ewil muebet hat xwestin piştre daxistin 23salan û ji ber tahrîka bêmaf ev daket 14 salan. Demek kurt de wê bi pakêtek darazê jî bi efûyê bê derxistin.   Malbat çawa hat beratkirin   Hemû şert û mercên cînayetên jinan bi hevkariya dewlet û darazê saxlem dibin. Bêguman hîna di gelek mijaran de serê me tevlihev e. Em ji van re bi çend pirsan bibersivînin. Li piştî vî çavsorî û malbatê kî heye, kîjan cemaet û kîjan rayedarên dewletê hene? Venasîninên niyeta baş û masumiyeta parêzerê çavsor çiye? Cihê çalkirinê vegotin gelo nîşaneya kîjan niyeta başe? Lê malbat û hevkarê wî, çawa dibe ku tevî hemû delîlan tên beratkirin? Her wiha  teşeyên îcrakirina pîşeyê ya parêzerê  gumanbar, gotinên nefret û zayendperest, gelo we jî nerehet nake. Gelo divê etîk û ahlaqê pîşeya parêzeriyê di vir de neyê lêpirsînkirin û nîqaşkirin?   Em ê bibin dengê hev   Têkoşîna jinê ya mijara gotinê ye, dema dibe jiyana jinê bi hevkariya mêr li her qadê rastî êrîşê tên. Li dijî van hemûyan tiştekî ku mêr jibîr dikin heye. Em jin tu car dest jê bernadin. Em ê bibin kabusê we û xewa we birevînin û we nerhet bikin. Em jinên li jiyanê mane wê li dijî hemû çekên w eli her qadê parastina cewherî pek bînin. Em bibin deng, bîhn û bedena hev. Em ê li dijî hemû çalakiyên we yên hov bibin qîrina çalakiya şoreşger.”