Doza Kobanê: Parêzeran îtîrazî biryara heyeta dadgehê kirin 2022-07-04 16:27:01   ENQERE - Di Doza Kobanê de derket holê ku heyeta dadgehê dawiya hefteyê li şahidê veşarî Mahîr guhdar kiriye. Siyasetmedaran bertek nîşanî guhdariya şahidê veşarî da. her wiha parêzeran îtîrazî biryara heyeta dadgehê kirin.   Danişîna 14’emîn a Doza Kobanê ku 22 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin di roja 5’emîn de li eywana 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Parlamenter, rêveber, malbatên siyasetmedarên girtî û parêzeran doz şopandin.    Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li eywana danişînê amade bûn û siyasetmedarên girtî yên din ku li girtîgehên cuda ne bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Parêzeran îtîrazî biryara heyeta dadgehê kir   Danişînê bi xwendina nasname û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Heyeta dadgehê xwest ku îfadeyên şahidê veşarî Mahîr ku dawiya hefteyê lê hatiye guhdarîkirin û berê jî bi SEGBÎS’ê îfadeya wî hatiye girtin ji siyasetmedarên girtî û parêzeran re li ser SEGBÎS’ê were temaşekirin. Parêzeran îtîazî biryara heyeta dadgehê kir.    ‘Tu baweriya me bi we nehat’    Parêzer û siyasetmedar li dijî vê biryara dadgehê derketin û destnîşan kirin ku ew rêbaza dadgehê red dikin û xwestin di hizûra girtî û parêzeran de werin guhdarîkirin.    Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye bi rêya SEGBÎS’ê axivî û destnîşan kir ku ev guhdariya li şahidê veşarî li dijî hiqûqê ye û got: “Hûn dixwazin heyeta xwe jî veşêrin. Tu baweriya me bi we nehat, nayê û wê neyê jî.”    Her wiha Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Gulser Yildirim, Gunay Kubilay jî axivîn û li dijî bêrêbaziya dadgehê derketin.    Dadger saetek navber da danişînê.