Ewropayiyên beşdarî kongreya HDP'ê bûn: Pêdivî bi azadiya Ocalan heye 2022-07-04 11:42:08   ENQERE - Parlamentera Partiya Yekîtiya Gelan (CUP) a Katalan Requanti Cura ya beşdarî kongreya HDP'ê bû wiha got:"Ji bo azadiyê û mafên mirovan pêdivî bi azadiya Ocalan heye. Her wiha pêdivî bi berdana girtiyên siyasî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine girtin, heye."   5'emîn Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi coşeke mezin li Eywmana Werzîşê ya Enqereyê pêk hat. Bi hezaran aktivîst parlamenter ji Rojhilata Navîn û Ewropayê beşdar bûn. Bi hezaran kesî bi dirûşmên xwe bal kişandin ser çareserkirina pirsgirêka kurd. Heyetên navneteweyî atmosfera kongreyê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin.    'Gelê Kurd hêviya xwe diparêze'   Parlamentera Partiya Yekîtiya Gelan (CUP) a Katalan Requanti Cura ya beşdarî kongreya HDP'ê bû da zanîn baweriya wan a bi hêviya Gelê Kurd û guhertina hinek tiştan heye û wiha got:"Ji bo mirov li dijî dîktatortiyeke wiha bisekine tiştê herî girîng hêvî ye. Bi hezaran mirov li vir kom bûne û dibêjin em ê vê pêvajoyê biguherin. Ev bi qîmet e. Li vir peyama hevserokan ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê ji bo arenaya navneteweyî jî gelekî girîng e. "   'Divê Ocalan demildest serbest bê berdan'   Hevseroka Partiya Çep a Parlamentoya Ewropayê Martin Schirdewan bal kişand ser azadiya Abdullah Ocalan û wiha lê zêde kir:"Tenê di çend salên dawî de bi hezaran HDP'yî hatin girtin. Bi hezaran mirov şandin surgunê. Divê demildest ev siyaseta li Tirkiyeyê bê guhertin. Divê Ocalan demildest serbest bê berdan."