Li Cizîrê leşkeran êrişî welatiyan kirin 2022-07-04 11:26:18   ŞIRNEX-Li gundikên Newala Îsaaga û Zûrayê ekîbên DEDAŞ'ê xwestin sayacên ceyranê bi dîrekan vekin. Li ser vê yekê leşkeran êrişî welatiyên ku nehiştin sayaç bi dîrekan bê vekirin, kirin.    Li gundikên Newala Îsaaga û Zûrayê ekîbên DEDAŞ'ê xwestin sayacên ceyranê bi dîrekan vekin. Li ser vê yekê leşkeran êrişî welatiyên ku nehiştin sayaç bi dîrekan bê vekirin, kirin. Di saetên serê sibehê de DEDAŞ bi wesayetên zirxî û cendermeyan ket gund.    Cendermeyan bi avê û bombeyên deng êrişî welatiyan kirin.    Jinan bi lîrandinê bertek nîşanî êrişan dan.