Sekretera Nûneriya TÎHV’ê: ATK sûc dike 2022-07-04 09:08:40   Zelal Tunç   WAN - Sekretera Nûneriya TÎHV'ê ya Wanê Sevîm Çîçek der barê raporên ATK’ê yên ji bo girtiyên nexweş wekê ‘dikare girtî bimînin’ de axivî û got ATK sûc dike û wiha vegot: “Vê nekin, bi polîtîkayên xwe yên ewlehkariyê nebin sedema jiyana mirovan.”   Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş giran dike û her wiha înfazên girtiyan dişewitîne. ATK li şûna girtiyên rewşa wan girane tahliye bike rapora ‘dikare girtî bimîne’ dide. ATK’ê herî dawî ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk, ji bo girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan yê 83 salî û Makbule Ozer ya 80 salî rapora ‘dikare girtî bimîne’ da.   Sekretera Nûneriya TÎHV a Wanê Sevîm Çîçek der barê rewşa girtiyan û biryarên ATK’ê de nirxandin kir.   Li Tirkiyeyê 314 hezar û 502 girtî hene   Sevîmê da zanîn ku binpêkirinên mafan gihiştine astek dijwar û wiha bi lêv kir: “Desthilatdarî ne bi perspektîfa mafê mirovan, bi polîtîkayên ewlekariyê israra xwe didomeîne û niha 314 hezar û 502 girtî hene. Ev hejmar gelek di ser kapasîteyê de ye. Ev bi tena serê xwe pirsgirêk e. Lê rewşeke din heye ku ya girtiyên nexweş e. Girtî di bin xetereyê de ne. Ev gelek bi êş e. Gotinên der barê vê de gelek girîngin.Em çiqas dereng bimînin wê girtî ewqas di xetereyê de bin.”   ‘Berpirsyariya dewletê heye’   Sevîmê destnîşan kir ku ji serê sala 2021’ê heta niha 46 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û wiha nirxandin kir: “Lê rewşa herî girîng ev e ku em xwe nagîhinin agahiyên der barê rewşa girtiyan de. Girtî nikarin xwe bigihînin mafê xwe gîhandina tenduristiyê. Li revîran personel tune ne. Di dema xwe de girtî nayên sewqkirin. Nexweşan bi rîngê dibin û li nexweşxanê jî kelepçeyê venakin. Di dema vegerê de jî ji ber pandemiyê di hucreyê de digirin.  Ji ber van pêkanînan jî girtî naxwazin biçin nexweşxanê. Ev ne tercîhek e. Lê 14 roj di hucrê de mayîn mijara gotinê ye. Di vir de em dibêjin ku sînorkirina azadiya kesekî ne mijara gotinê ye. Di vir de berpirsyariya dewletê heye. Ji hemû mafên girtiyan dewlet berpirs e. Dewlet di mijara girtîgehan de berpirsyariya xwe nayne cih. Di vê mijarê de em pirsgirêkan tînin ziman lê ew ker û lal in.”   ‘ATK li gorî desthilatdariyê tevdigere’   Sevîmê balkişand ser ATK’ê û wiha vegot: “ATK di çarçoveya zanistê de tevnagere. ATK ji bo girtiyan divê raporên zanistî bide. Lê em dinêrin ku ATK ji zanistê dur, ji objektîfbûnê dur tevdigere. Rastiyeke raporan a ne serbixwe û bêalî heye.  Divê heyetên serbixwe biçin serdana girtiyan. Lê bi tu awayî nikarin biçin. Girtiyên nexweş bi gelek binpêkirinan re tên rû hev. Girtî pêvajoyên sewqkirin û surgunê dijîn. Em li ser agahiyên malbat, parêzer û carnan jî ji nameyan vê dikarin fêr bibin.”   Di raporan de îdiayên dadgehê cih digirin   Sevîmê balkişand ser rewşa siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk û diyar kir ku divê Aysel demildest bê berdan û di vê mijarê de jî ev tişt nirxand: “Raora Zanîngeha Kocaeliyê ji aliyê ATK’ê ve hat redkirin. Li gorî rapora dane ATK’ê divê herî kêm 3 hefteyan  Aysel bê şopandin lê ATK di sê rojan re raporê şûnde dişîne. Di raporên  ATK’ê yên der barê tenduristiya Ayselê de îdiayên dadgehan cih digirin. Ev jî her tiştî ji xwe nîşan dide. Divê ATK di pêvajoya rapora girtiyên nexweş de biryarên erênî bide. Her wiha ATK biryara erênî bide jî vê carê dozger dinirxine. Divê demildest dest ji vê pêkanînê jî bê berdan. Ev bê wijdanî ye û rewşa van girtiyan bi tu awayî nikare bê qebûlkirin.”   ‘Nebin sedema jiyana mirovan’   Sevîmê di dawiya axaftina xwe de bang li rayedaran kir: “Vê nekin. Bi polîtîkayên xwe yên di bin navê ewlehiyê de nebin sedema jiyana mirovan. Dest ji van nêzîkatiyan berdin. Berpisyariya saziyê ev e ku serbixwe û bêalî be. Di vê nokteyê de divê her kes peywira xe bike.”