Aktivîstên TJA'yê Leyla Aşkan û Ayşegul Ayaz hatin berdan 2022-06-29 15:25:37   WAN - Piştî daxuyaniya TJA'yê ya li Bazîd a Agiriyê, aktivîstên TJA'yê Ayşegul Ayaz û Leyla Aşkan gava vegeriyan Wanê hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.   Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşegul Ayaz û Leyla Aşkan hatin binçavkirin. Ayşegul Ayaz û Leyla Aşkan piştî ji daxuyaniya TJA'yê li dijî kuştina jinan û tahdeyê li Bazîd a Agiriyê hat dayîn vegeriyan Wanê, li ser rêya Zanîngeha Yuzuncuyil a Wanê di 27'ê hezîranê de hatibûn binçavkirin.   Polîsan Leyla Aşkan û Ayşegul Ayaz biribûn Midûriyeta Polîsan a Wanê. Piştî dozger biryara girtina wan da sewkî dadgehê kir. Dadger jî bi şerta kontrola edli biryara serbestberdana Leyla û Ayşegulê da.