Ji bo Pinar Gultekîn çalakiya 'Nobeta Edaletê' 2022-06-28 16:55:42   MUGLA - Ji bo Pinar Gultekîn, bi pêşengiya Platforma Jinan a Menteşe çalakiya "Nobeta Edaletê" hat destpêkirin. Çalakî dê heta 16'ê tîrmehê bidome.    Bertek û nerazîbûnên li hemberî biryara li hemberî kujerê Pinar Gultekîn hatî dayîn didome. Pêkhateyên Platforma Jinan a Menteşe, li dijî biryara dadgehê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" dike. Çalakî dê heta 16'ê tîrmehê ango roja qetilkirina Pinarê bidome. Jin dê her roja duşemê dê li Qada Sinirsizlikê kom bibin û çalakiya xwe li dar bixin.    Endama platformê Dîlek Bulut derbarê çalakiyê de wiha axivî: "Heke dadgeha îstînafê û dadgeha bilind biryara ku hatî neguherine dê kujer piştî daxistina cezayê û bi kontrola şerta edlî dê bê tehliyekirin. Em ê şopdarê dozê bibin. Ji bo jinek din neyê kuştin, cezayê kujeran neyê daxistin, ji bo jiyaneke wekhev, ji bo pêkanîna edaleteke rasteqîn em ê têkoşîna xwe bidomînin."    Dîlek, da zanîn ku heta kujer cezayeke giran bigire dê bi rêxistinên jinan re têkoşîna xwe bidomînin.