1'emîn Kongreya Jinên Ciwan ên Êzidî tê lidarxistin 2022-06-28 11:14:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 30'ê hezîranê de li Şengalê dê 1'emîn Kongreya Jinên Ciwan ên Êzidî bê lidarxistin. Amadekarên kongreyê banga tevlîbûnê kir.   Piştî fermana 3'yê Tebaxa 2014'an jinên êzidî li hemberî qirkirinê xwe bi rêxistinkirin. Jin di nava saziyan de bi awayek aktîv rol girtin. Jinên ciwan jî bi taybet xwe birêxistinkirin û îro gihiştine astek bilind ku dê 1'emîn kongreyên xwe li dar bixin.    1'emîn Kongreya Jinên Ciwan ên Êzidî dê di 30'ê hezîranê de li Şengalê bê lidarxistin. Jinên ciwan amadekariya kongreyê dikin û banga tevlî bûna kongreyê kirin.    Berdevka Ciwanên Êzidî Sara Botan, bang li tevahiya jinên ciwan kir ku beşdarî kongreyê bibin û got: "Werin em bi hev re li ser axa pîroz li Şengalê di 30’ê Hezîranê de di salvegera şahedeta şehîd Zîlan de, kongreya xwe li dar bixin û bi ruhê Zîlan em bibin bersiv.”