'Tevgera Azadiya Jinên Kurd bû bingeha Şoreşa Rojavayê Kurdistanê' 2022-06-28 09:03:16   Asmîn Hêlîn   QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Welîde Bohtî li ser avabûna Yekîtiya Star û Şoreşa Rojava axivî û ev tişt got: '' Tevgera Azadiya Jinên Kurd bû bingeha Şoreşa Rojavayê Kurdistanê."   Yekîtiya Star di 15'ê Çileyê sala 2005'an de bi komek biçûk a ji jinên kurd ên welatparêz dest bi xebatên xwe kir. Ruxmê hemû zor û zehmetiyên rejîma BAAS'ê jinan xwe bi rêxistin kirin. Her wiha jinên ku bi komek biçûk xwe bi rêxistin kirin bûn dengê jinên kurd. Jinên ku di Yekîtiya Star de cih digirin ji bo ku jinan perwerde bikin bi awayekî veşartî li malan kom dibûn û perwerde didan jinan. Her wiha hemû çalakiyên  ku dihatin lidarxistin bi rengekî veşartî bi rêxistin didan meşandin. Yekîtiya Star li Rojavayê Kurdistanê ji Dêrikê heta Efrînê jinan digihîn hev û perwerde dikin. Pîrozbahiyên 8'ê Adarê û Newrozê pir hesas û bi baldarî bi rêxistin dikirin. Bi vî rengî girseya jinan kom dibû. Kongreya Star û saziyên ku niha jin tê de kar dikin hemû bingeha xwe ji Yekîtiya Star digirin. Ji ber ku Yekîtiya Star dibe  bîr û baweriya hemû jinan û hemû jin xwe di Yekîtiya Starê de dîbînin. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de Yekîtiya Star ji komên biçûk  pêk dihat û îro di tevahî cihanê de bû îlhama jinên cîhanê. Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Welîde Bohtî li ser avabûn û rêxistina jinên Rojavayê Kurdistanê ji ajansa me re axivî.    'Tevgera Azadiya Jinên Kurd bû bingeha Şoreşa Rojavayê Kurdistanê'    Welîde Bohtî di destpêka axaftina xwe de wiha got: '' Berî Şoreşa 19'ê tîrmehê mîraseke me ya 40 salan hebû. Tevgera azadiyê bi salan li Rojava kar dida meşandin û zanebûnek hatibû avakirin. Hebûna Rêber Apo ya li Rojava bê guman ji bo me bûbû bingehek, li ser wê bingehê me xwe bi her awayî bi rêxistin kir. Tevgera Azadiya Jinê ya Kurd bû bingeha Şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Ji ber fikrê rêberê me ji bo me girîng bû, me xwe li ser wê fikrê bi rêxistin kir. Hebûna Rêber Apo hêz dida me. Bi salan e em di malê xwe de fêr bûn ku jin pêwîst e zarokan mezin bike û malê bi rê ve bibe. Her tim di bin zexta mêr de em dijiyan lê belê bi hatina Rêbertî re me dît ku karê jinê ne tenê anîna zarok e û çêkirina xwarinê ye. Jin dikarin di gelek qadên jiyanê de kar bike. Berxwedana jinê ya li çiyayên azad ji bo me jî bû bawerî ku em bikaribin xwe hîn zûtir bi rêxistin bikin. Hebûna şervanên azadiyê ji bo jinan hemûyan çawa bûye hêz û bawerî di wê demê de me jî jê hêz û kelecan digirt. Bi vê kelecanê me li Rojava rêxistina xwe ava kir.''    'Yekîtiya Star cara yekem li Rojava hat birêxistinkirin'   Welîde bal kişand ser pergala Sûriyeyê û rewşa jinê  û wiha got: '' Cara yekem me li Rojava Yekîtiya Star ava kir. Li Sûriyeyê rêxistinên jinan tune bûn. Tenê Yekîtiya Jinên Sûriyeyê hebû, ew jî rêveberiya wê mêr bûn. Jinên ku di wir de jî cih bigirin divê ji rejîma BAAS'ê bana, ger bi dewletê ne girêdayî bana nikaribûn tê de cih bigirtana. Tu rengê jinê di nava wê rêxistinê de tune bû. Heta di nava partiyên siyasî de cih nedigirtin. Di hundirê civakê de ji bo jinê wê demê bi her awayî sînor hebû. Ji ber vê jin nikare di tu saziyên fermî de cihê xwe bigire. Jin xwedî hêza gehertina civakê ye. Rêxistina jinê armanceke mezin di nava civakê de ava kir. Cara yekê me Yekîtiya Star di 15'ê Çileya 2005'an de ava kir. Yekîtiya Star cara yekem li Rojava hat bi rêxistinkirin. Komeke jin mal bi mal digeriyan. Armanca me ya esas ew bû ku em bikaribin ji hemû jinan re bibin bersiv, ji ber di civakê de ferqa jin û mer pir bû. Bi taybet pirsgirekên ku hene di nava civakê de wê çawa bên çareserkirin. Bi vê bîr û baweriyê Yekîtiya Star bi komek jin ku ji hereketa azadiya jinê girtiye xwe bi rêxistin kir. Yekîtiya Star bi navê yekitiya jinan hat avakirin. Avabûna Yekîtiya Star wisa pir berfire nîn bû. Destpêkê armanca me ew e ku em çawa jinan tevlî yekîtiyê bikin. Li ser vê esasê me tevahî jinên li Rojavayên Kurdistanê tevlî yekîtiya xwe kirin. Di du salên destpêkê de rêxistinkirina jinê û naskirina jinê hate esasgirtin. Taybet yek bi yek bi jinan re dihat nîqaşkirin û mal bi mal digeriyan. Ji bo rêxistin û yekîtiya jinê hîn mezintir bikin.''   12'ê Adarê bo gava despêkî a zanista jinên kurd   Welîde Bohtî bi domandina axaftina xwe da wiha bi lêv kir : ''  kongra me a duyan  di dema serhildana 12'ê Adarê ra de  hate li darxistin.  Wî demê tirsa rejîmê li ser civakê pir zêde bû,  hemû deverên li kurdn jiyan dikir berxwedan hebû. Her wiha herêm hemû bin dexta rejimê da bû. Ji ber vê pêşxistin karê me zehmet di bû.  bi hejmarek biçûk me li bajarê Qamişlo gundê Ayn qinî kongreya xwe  li darxistin. Gelê kurd û jinên kurd  bi şoreşa 12'ê Adarê ra zanista xwe pêşxist.  Gor vê bîr û baweriyê me krê xwe dida meşandin. Kongra sêyem ji kongra duyem zêdetir veşartî, derfetin kêm û zehmet li Helebê  me darxist. Hin wi demê me bingehê kongra star danî. Ji ber her çiqas zehmet bên jî lê me di wê demê gelek komîte ava kirin. Ev kar û xebatê me  di demêk kin de encam girt. me hemû delegên xwe  veşartî birin cihê kongrê. ji ber zexta rejîma Sûriyê pir zêde bû. Ez dikarim bêjim 12'ê adarê bo gava despêkî a zanista jinên kurd. Bi vê bîr û baweriye me gava dest pê kî avat. Bi vê şewazê karê me li Rojeva het tim hate meşandin.    'Me bi heyecana 19'ê Tîrmehê kongreya xwe li dar xist'   Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Welîde Bohtî wiha berdewam kir:" Kongreya çaran me di sala  2011'ê de li gundê warên Efrînê li dar xist. Di vê kogreyê de coş û heyecana me cuda bû. Me bi heyecana 19'ê Tirmehê ev kongreya xwe li dar xist. Her wiha me jî li ser vê esasê xwe bi rêxistin kir, biryar û plansazî çêkir. Bi taybet rewşa jinê di nava civakê de çawa ye û em gerek çawa tevli vê pêvajoya nû bibin û jinan çawa baştir pêş bixin. Em li ser vê yekê sekînin, nîqaş hatin kirin. Ev kongreya me ji hemû kongreyê din cuda bû. Ji ber ku li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê guhertinên nû hebûn. Me jî dixwest em weke jin guhertinan pêş bixin. Ji Tûnûsê heta Rojava em di nava guhertinên pêk hatine de cih digirin. Jinan bi van guhertinan xwe bi rêxistin kirin. Bê guman gelek zehmet bû ji bo me. Wê demê çalakiyên ku dihatin pêşxistin piranî jinan pêşengtî jê re dikir. Ev jî bû sedem em pergala xwe ava bikin û xurtir bikin."    'Jin hêza çalak a şoreşê ye'   Welîde bal kişand ser hêza çalak a jinê û wiha lê zêde kir:"Bê guman Efrîn cuda bû. Di wê demê de hîn gelek deverên Rojava di bin serweriya Rejîma Sûriyeyê de bûn. Lê Efrîn cihê ewlehiyê bû. Ji ber vê me jî Efrîn hilbijart. Her wiha me kongreya xwe di nava xwezayê de li dar xist. Di heman demê de kongreya çaran û kongreya pêncan di destpêka şoreşa bihara gelan de hate lidarxistin. Me jî di vê çarçoveyê de li hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji nû de bi rêxistin kir. Em wekî jinên kurd, suryan, ereb hêza şoreşê ne. Em dikarin bi her awayî pêşengiyê ji şoreşê bikin. Ji ber em hêza herî çalak a cîhanê ne. Me di her taxê de komên parastinê jî ava kirin. Di nav wan de jin jî hebûn. Jin hêza çalak a şoreşê ye. Jinê çawa xwe biparêze, hêza xwe ya cewherî çawa pêş bixin û xwe çawa bi rêxistin bikin? Ev gelekî girîng bûn. Loma di her gavên dihatin avêtin de rola me hebû."   'Mala jinê û akademî hatin avakirin'   Welîdeyê bi lêv kir ku avakirina Yekîtiya Star gelekî girîng bûye û wiha lê zêde kir:"Ji bo Meclîsa Watanî ya Kurd bê avakirin em bûn hêzêk esas. Ji ber ku di avakirina Meclîsa Watanî ya Kurd de rola Yekîtiya Star girîng bû. Cara yekem dema em çûn me bi partiyên siyasî re hevdîtin kir ji bo yekîtiya kurdan em li ser navê jinan çûn, me ji wan re jî got ger wê partî bên avakirin û yekîtiya kurd çêbibe ev bê jin nabe. Di heman demê de li ku derê hilbijartin çêbû, jinan li ser navê Yekîtiya Star temsîliyeta xwe girt û beşdarî hemû hilbijartinan bûn. Di her taxên ku komîn, meclîs û komîteyên hatin avakirin jin bi îradeya xwe tevlî bûn. Di avakirina kantonan de ji sedî 40 kotaya jinê hat diyarkirin. Me bi vê şewazê sala 2015'an pêşwazî kir. Bi avakirina kantonan li gelek cihên derfet hebûn malê jinê hat avakirin. Li Katonên Cizîr û Qamişloyê navendên Yekîtiya Starê, mala jinê û akademî hatin avakirin. Her wiha komîteyên aborî, dîplomasî, ragihandin, perwerdeyê hatin avakirin."   'Bi yekîtiya jinê re em ê ber bi şoreşê ve biçin'   Welîdeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: ''Bi hezaran jinên ereb li bajarên Sûriyeyê hatin herêmên kurdan û li herêmên aram cih girtin. Rêxistina me weke hêzekê dîtin û di wê demê de daxwaz kirin ku di nav de cih bigirin. Me bi jinên suryan, ereb û kurd re derbarê kongreya pêncan a ku li Rimelanê çebû xebat kirin. Bi yekîtiya jinê re em ê ber bi şoreşê ve biçin. Em ê çawa ji şoreşê re pêşengtiyê bikin, xwe bi rêxistin bikin, dê têkiliya bi Rêveberiya Xweser re çawa be, em ê xweseriya xwe çawa biparêzin, wê bi civakê re têkiliyên me çawa bin? Me li ser van mijarana nîqaşên xwe dan meşandin. Taybet li ser pergalê gelek nîqaş pêş ketin. Di encama van nîqaşan de me dît ku yekîtî têrê nake. Loma me sîstema xwe berfirehtir kir. Di heman demê de biryara mezinkirina YPJ û HPC'ê hat girtin û biryar hat dayin li Başûrê Kurdistan û Lubnanê buroyên jinê bên vekirin. Li derveyî Sûriyeyê têkiliyên jinan bên pêşxistin. Rêxistina ji bo jinên cîhanê bûbû îlhama jiyanê. Ji ber vê bi hezaran jinên derveyî welat berê xwe dane Rojava."