'Zarokên me ji dengê topan ditirsin û nikarin rakevin' 2022-06-28 09:02:12   ŞIRNEX - Welatiyên li gundê Elemûna Qilebana Şirnexê, bal kişandin ser şerê ku li sînor tê meşandin û gotin: "Zarokên me ji ber dengê topan nikarin razên û ditirsin. Çiya û zozanên me li me hatiye qedexekirin. Em ne dikarin sewalên xwe xwedî bikin, ne dikarin debara xwe bikin û ne jî dikarin di nava ewlehiyê bijîn."    Êrişên Dewleta Tirk a bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), li hemberî Herêma Federal Kurdistanê pêk tê didomin. Bi taybetî ji 17’ê nîsanê ve li hemberî herêmên Zap, Metîna, Avaşîn, Heftanîn, Cûdî, Gabar û Bestayê êriş didomin. Ji baregehên Tugaya Sînor a 48’emîn a ji gundên Mergeh û Elemûn ên Qileban a Şirnexê ku sînorê Herêma Federal a Kurdistanê ye, herêma Heftanînê bênavber tê topbaran kirin. Ji ber topbaranê welatiyên gundê Elemûnê di nava fikaran de dijîn. Gundiyên li Elemûnê dijîn ji ajansa me re behsa bandora êrişan kirin.    ‘Çiya û zozanên me qedexene’   Zumeyran Olmez (55), anî ziman ku çiyayên wan di bin dorpêça leşkerî û cerdevanan de ye û wiha got: “Berê her çiqasî zilm û zordarî hebûya jî jiyana me asayî bû, em diçûn zozanan me pezê xwe xwedî dikir û pincar kom dikir. Çiya û zozanên me berê ne qedexe bûn. Lê niha em nikarin biçin zozanan. Her roj û şev topan davêjin. Di her dengê topekî de dilê me disoje. Her topek tê avêtin em dibêjin gelo avêtin li ku derê. Lê gundî qedexeyên li zozanan nas nekirin û sewalên xwe birin zozanan. Hin kes jî berê xwe dan zozanên cuda. Şerê ku li herêmê diqewîme bandorê li tevahiya jiyana me kir. Ji ber ku gundê me li ser xeta sînore her roj dengê topan tê. Herî zêde zarokên me jê bandor dibin. Çiyayên me niha hatine dorpêç kirin."   ‘Zarokên me ji dengê topan ditirsin’   Sakîne Olmez (70) jî da zanîn ku zarok ji ber topên ji qereqolê tên ditirsin û bandorek mezin li jiyana zarokan dike û got: “Tu jiyana me nîne. Ji ber dengê topan em nikarin rakevin. Zarokên me ji ber dengê wan ji xew şiyar dibin û digirîn. Bandorek mezin li zarokên me dike û ew gelek ditirsin. Ji ber şer çuyîna me ya zozanan hat qedexekirin. Hoj ji vir leşker û cerdevan diçin Iraqê, tevlî operasyonê dibin. Jiyana niha ji jiyana berê zehmet tir bûye. Zozana me ya Meydan Belek niha qedexeye, lê gundî astengiyan nas nekirin û çûn. Hin kes jî çûn zozanên Kanispiyê. Ji ber vê şerê û qedexeyan em nikarin biçin çiyê û pincar kom bikin. Dema em diçin balafir li ser serê me ne. Bila ev şer bisekine û jiyanek azad ava bibe. Em naxwazin zarokên me bên kuştin. Bila dev ji vê şerê berdin û ji vê qeyrana aborî re çareseriyê bibînin. Zarokên me berê diçûn Iraqê dihatin. Lê niha ji ber şer û qedexeyan nikarin biçin."   ‘Her dem dengê top û balafirên şer heye...'    Zemrut Olmez (55) diyar kir şer bandoreke mezin li tevahiya jiyanê kiriyê û wiha direjî da axaftina xwe: “Di vê şerê de ya herî zêde jê bandor dibe civak e. Li gundê me her roj tevgera leşkerî, cerdevan û topan heye. Em ji ber dengê top û balafiran nikarin rakevin. Zarokên me ji ber dengê topan gelek ditirsin. Beriya şer em diçûn Iraqê û dihat. Me berhemên ku çêdikir dibir li wir difrot. Her wiha ji wir jî danûstanê dikir. Lê ji ber vê şerê em niha nikarin biçin. Tu karê ku em bikin jî tuneye. Ev tişt jî bandorê li me dike. Her roj balafirên şer li ser serê me ye û em nikarin biçin pincar jî kom bikin. Heron li ser serê me ne. Heta ku em destûrê nexwazin nikarin biçin. Her roj dengê topan tê, em dixwazin ev şer bisekine û jiyanek aram ava bibe. Jiyana me ji ber vê şerê zehmet bûye. Jiyana me her roj di nava nexweşiyê de ye. Teyrek jî nikare biçe aliyê sînor, dê gelê vir çawa zarokên xwe xwedî bikin. Ji ber ku tu karek tuneye li vir bê kirin. Ger ku Mesût Barzanî vê tiştê nekira dê Tirkiye îro nikaribû biçûya. Çi karê Dewleta Tirk li ser xaka Şengal, Mexmûr û Iraqê heye. Barzanî xiyanetê jî derbas kir. Bila ev şer bi dawî be û em jî di nava aramiyê de bin."