Rêxistina HDP’ê ya Amedê: Ji bo demokrasiyê em Kongreyek bi hêz derbas bikin 2022-06-27 14:18:39   AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê ji bo Kongreya 5’emîn ya HDP’ê ya giştî ya dê were lidarxistin bang kirin. Di daxuyaniyê de hevseroka HDP’ê ya bajêr Gulîstan Atasoy axivî û got: “Li dijî polîtîkayên xizaniyê, şer, nîjadperestî û zayendperestiyê HDP ji bo demokrasiye li berxwe dide. Ji bo bi hezkirina vê berxwedana xwe em gelê xwe vedixwînin Kongreya li Enqereyê wê were lidarxistin.   Rêxistina Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê Kongreya Awarte ya 5’emîn a di 3’yê Tîrmehê de li Enqereyê were lidarxistin daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hevserokên HDP’ê yên bajarê Amedê Zeyad Ceyalan û Gulîstan Atasoy axivîn û ji bo beşdarbûna kongreyê bang kirin.   ‘Em paşve gav navêjin’   Di destpêka daxuyaniyê de Zeyad Ceylan axivî û got: “Îqtidara heyî piştî kongreya me ya 4’emîn şûnde êrişên xwe yên li ser siyaseta kurd zêdetir kirin. Ji ber ku girseyek mezin di kongreyê de civiyan. Îktidar ji vê girseyê tirsiya. Ji bo bikevin pêşiya siyaseta kurd jî hemû rêbazan diceribînin. Ger partiyek din li dewsa me baya wê heya niha 10 caran deriyê xwe girtiban. Bi sedan siyasetmendarên HDP’yî, parlementer, hevserokên giştî yên partiyê, endamên meclîsa me û her wiha tevgera me ya jinan di girtîgehê de ne. Lê belê ji siyaseta xwe ya demokratîk paşde gav neavêt. Ruxmê girtin, gef û qirikirinan em hîna berxwedana xwe didin berdewamkirin. Heya ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin jî wê tu gef me ji rêya me neke. Vê carê ew hewl didin ku partiya me bigirin. Em paşve gav navêjin em ê li vir bin. Li dijî van êrişan ji bo siyasetek demokratîk werin em hêza xwe bikin yek. Em di kongreyê de bigihêjin hev û rêxistina xwe xurt bikin.”   ‘Em gel vedixwînin kongreyê’   Di berdewamiyê de Gulîstan Atasoy axivî û got: “Di eslê xwe di ji dema avabûna partiya HDP’ê ve em bi hemû cure zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Di vê çarçoveyê de jî îro di saetên serê sibehê de gelek hevalên me hatin giritn. Em van operesyonan şermezardikin. Ew ên ku bi van êrişan dixwazin li ser îktidarê bimînin wê bi ser nekevin. Em hemû kesên xwe parçeyek ji vê berxwedana me dibînin vedixwînin kongreyê. HDP dengê jinan, karkeran, xebatkaran e. Dengê kedkarên ku keda wan tê bişaftin e. Em li dijî şer dengê aştiyê û demokrasiyê ne. Ji bo mezinkirina berxwedana xwe ya demokrasiyê jî em bang li herkesî dikin ku werin kongreya me.”