Li Edeneyê 35 kes hatin binçavkirin 2022-06-27 13:07:55   EDENE - Polîsan îro di danê sibehê de bi ser Navenda Çandê ya Binevşê ya Edeneyê û gelek malên li Edene, Mêrsîn, Amed û Mêrdînê de girt. Hat zanîn ku polîsan di dema serdegirtinan de deriyên avahiyan şikandin û welatî bi şîdetê re rûbirû mane. Li mal û saziyan lêgerîn hatin kirin.    Polîsan di saetên serê sibehê de li Edeneyê bi ser Komeleya Çandê ya Binevşê û gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de Hevserokên HDP’a Edeneyê Helîn Kaya û Mehmet Karakiş jî di nav de bi giştî 35 kes hatin binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ya di çarçoveya lêpirsîna derheqê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê vekirî de biryara binçavkirina 38 kesan da. Polîsan îro di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsînê de bi ser Navenda Çandê ya Binevşê û gelek malên li Edene, Mêrsîn, Amed û Mêrdînê de girt. Hat zanîn ku polîsan di dema serdegirtinan de deriyên avahiyan şikandin û welatî bi şîdetê re rûbirû mane. Li mal û saziyan lêgerîn hatin kirin.    Di encama serdegirtina malan de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Helîn Kaya û Mehmet Karakiş, endamên PM’ê yê HDP’ê Abdurrahman Oral û Ahmet Yildiz, Hevberdevkên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Herêma Çukurovayê Şîlan Turga û Enver Guler, Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Funda Buyruk û xebatkarên Navenda Çandê ya Binevşê Îlyas Arzu, Mûrat Gurbuz, Suat Ekîn û Jiyan Savci, Rêveberê HDP’a Edeneyê Ahmet Akdogan, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mazlum Gok, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Sever Uzun û Emetûllah Akçaray, Hevseroka Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Suphiye Bayav û Jiyan Aslan, Mahsum Uzun,   Zîlan Çîçek, Mehmet Sarûhan, Hayrettîn Oz, Mehmet Saît Dîkmen, Vakkas Durgut, Evîn Ozbay, Dîlan Yîğît, Gulbahar Akman, Yaşar Akman, Mehmet Solmaz, Bedrî Şengul, Zîlan Taş, Ayşe Solmaz, Mehmet Aykut, Ramazan Demîrhan, Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Ayav û navê kesî ku nehat zanîn jî hat binçavkirin.     Lêgerînên li Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê bi dawî bûn û li odeya Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Fûnda Buyruk a li şaredariyê jî lêgerîn hate kirin. Kesên hatine binçavkirin niha li Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê tên ragirtin. Yek ji kesên derheqê wan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn lê hêj nehatine binçavkirin jî aktîvîsta TJA’yê Zana Çoban e. Di heman demê de polîsan bi ser mala Zana Çoban a li Mêrsînê de jî girt.     Tevî ku Zana Çoban li malê nebû jî, polîsan di çarçoveya binçavkirinan de bi ser mala Nafiye Çoban de girt. Di dema serdegirtinê de çêr û heqaret li Çoban hatin kirin û hate derbkirin. Têkildarî serdegirtinê Nafiye Çoban ev agahî dan: “Di dema serdegirtinê mala min de min ji wan re got ku Zana li malê nîne. Lê belê bi darê zorê ketin hundir. Ji ewil du polîs ketin hundir. Piştî ku dîtin Zana li malê nîne, bangî polîsên TEM’ê kirin. Li her deverê geriyan û amûrên me şikandin. Dema eşya şikandin min êdî krîz derbas kir. Min xwest ku neşikînin. Kamereya polîsan derxistin û li gel ku min got nexweş im jî bi ser min de hatin. Polîsekî mistek li min da û bi ser hişê xwe de çûm. Çend deqe piştre min karî ser hişê xwe ve bêm. Ez ê derheqê wan de gilî bikim. Ez ê serî li ÎHD’ê jî bidim.”   Her wiha li gel ku navnîşana Zana Çoban li wir nebû û biryara lêgerînê nebû jî, polîsan li mala bapîrê wê ya sê qatî lêgerîn kir û her dever serûbin kir. Hat zanîn ku Zana Çoban hêj jî nehatiye binçavkirin.