Saliha Aydenîz: Dê yekitî şer bi dawî bike 2022-06-26 15:55:26   AMED - Di xwarina aştiyê ya lihevhatina du malbatên ku xwîndarê hev bûn de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz diyar kir ku li kurdan zilm tê kirin û got, "Dê yekitî şer bi dawî bike."   Di navbera malbatên Oncel û Kortak ên ji Bismil a Amedê de dijminatî hebû. Bi mebesta lihevanîna her du malbatan, bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, Meral Daniş Beştaş, Îmam Taşçier, Mûsa Farisogullari, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê HDP'ê Ahmet Turk,   endam û rêveberên KCD, DBP, HDP, rêxistinên civaka sivîl, rûspiyên bajêr û gelek welatiyan li avahiyeke dawetan xwarin xwarin.   Di xwarinê de endamên her du malbatan jî amade bûn. Ewil mewlîd hate xwendin û piştre jî herdu malbat hatin ba hev û destên hev girtin.    Beriya xwarinê, beşdar li ser lihevhatina herdu malbatan axivîn. Hevserokê HDP’a Bismilê Mehmet Şakir Demîr spasiya hemû kesên bûne wesîleya aştiya di nav malabtan de  kir û got ku bi hêviya ku êdî li ser vê xakê kuştin çênebin. Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz jî diyar kir ku ew naxwazin êdî li vî welatî kuştin çêbibin û hêviya aştiyeke mayînde bo hemû cîhanê kir.    'Em sekna wan pîroz dikin'   Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û ev tişt anî ziman: “Aştiya di navbera herdu malbatan de ji bo Gelê Kurd gelek girîng e. Gelê me ji her alî ve gelek bedel dan û dide. Malbatên me bi vê biryarê gavek avêtin û ev gav ji bo yekitiyê jî pir hêja ye. Zext û zoriyeke mezin îro li Kurdistanê heye û em sekna malbatan a li dijî vê yekê pîroz dikin.”    'Yekitî kurdan girîng e’   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî destnîşan kir ku bi sedsala ye di navbera kurdan de alozî û pirsgirêk tên derxistin û wiha ev tişt got: “Dema di navbera me de aştî çêdibe, em pê keyfxweş dibin. Em baş dizanin ku neyarên Gelê Kurd bi sedsalan e dixwazin di navbera kurdan de aloziyan derxînin. Siyaseta dewletê li ser parçebûna me hatiye avakirin. Em dibînin ku Gelê Kurd ji bo pêşeroja xwe bedelên mezin dane. Heke aloziya di navbera me de xelas bibe, dê yekitî pêş bikeve. Her wiha neyartiyeke gelek mezin tê kirin lewma yekitiya navxweyî ya kurdan gelek girîng e û pêwîstiyeke.”    Piştî axaftinan jî beşdaran dest bi xwarinê kirin û merasîma lihevanînê bi dawî bû.