Hedla Aksu bi hesreta kurê xwe jiyana xwe ji dest da 2022-06-26 12:21:17   ÎZMÎR - Hedla Aksu a ku daxwaza wê ya dawîn dîtina kurê wê bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin vê sibehê bi hesreta kurê xwe jiyana xwe ji dest da.   Dayika Abdulkadîr Aksu ê li Girtîgeha Kiriklarê  Hedla Aksu (84), ku ji ber nexweşiya dil û tansiyonê di 20'ê Hezîranê de rakirin Nexweşxaneya Torbaliyê vê sibehê li heman nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.     Rapor nedan   Daxwaza Hedlayê ya dawîn dîtina lawê wê yê girtî bû. Ji bo vê daxwaza wê jî divê ku nexweşxaneyê rapora rewşa tendirustiya wê krîtîke bida.  Ger ku nexweşxaneyê rapor bida û rêveberiya girtîgehê jî erê bikira wê lawê Hedlayê Abdulkadîr Aksû bikaribûna bihat li nexweşxaneyê dayika xwe cara dawîn bidîta. Lê Hedla ji ber ku nexweşxaneyê rapor neda bêyî ku kurê xwe bibîne vê sibehê jiyana xwe ji dest da.   Ji bo tevli şînê bibe pere jê xwestin   Malbata ku ji bo Abdulkadîr bê tevli merasîma cenazeyê dayika xwe bibe telefonî girtîgehê kir hat diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye, "Ji bo bê tevli merasîma definkirinê bibe divê 3 hezar û 500 TL bide." Malbatê diyar kir ku piştî ew pereyê tê xwestin razênin wê Abdulkadîr Aksu bikaribe bê tevli şîna dayika xwe bibe.