Ji bo girtiyê nexweş Naîl Demîr banga berdanê hat kirin 2022-06-25 16:09:52     ENQERE - Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo girtiyê nexweş Naîl Demir banga berdanê kir.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 407’emîn de çalakî li dar xist. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Naîl Demîr ê rewşa wî giran e û li Girtîgeha Afyonkarahîsarê ya Tîpa T’yê tê ragirtin. Çalakî li ber avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê hat lidarxistin û pankarta “Mafê tedawiyê nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin.    Rêveberê ÎHD’a Enqereyê Îhsan Seylan di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku yek ji girtiyên nexweş jî Naîl Demîr e û 29 sal in girtî ye. Îhsan da zanîn ku Naîl Demîr heta niha li girtîgehên bajarên Mêrsîn, Meletî, Çankiri, dîsa Melatî, Kocaelî, Bandirma û Ermenek hatiye girtin û nêzî sê sal in jî li Girtîgeha Afyonkarahîsarê tê ragirtin. Seylan anî ziman ku Naîl ji ber salên dirêj e girtî ye nexweşîyên giran û kronik lê peyda bûne. Seylan got nexweşîyên wek penceşêr, prostat, gurcik pê re hene û bi zehmetî jiyana xwe didomîne.    Îhsan diyar kir ku 5 sal in nexweşîya penceşêra kolonê li Naîl peyda bûye û tedawiya wî nayê kirin. Îhsan xwest tedawiya Naîl bê kirin û tavilê bê berdan.