Li Dusseldorfê meşa 'Kurdistanê biparêze' 2022-06-25 14:28:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êriş û bikaranîna çekên kîmyewî, li Dusseldorfê bi dirûşma "Kurdistanê biparêze" meşek pêk tê. Piştî meşê de mîtîngek bê lidarxistin.    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi diruşmên "Li dijî dewleta tirk û bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk, parastina Kurdistanê bike" li Dusseldorfê meşek hat organîzekirin. Bi dehan siyasetmedar, hunermend û aktîvîst jî di nav de bi hezaran kes tevli meşê bûn.    Kurdistaniyan serê sibehê li Kirscheplatzê civiyan, bi diruşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Bimirê îxanet" ber bi qada civînê ya Dusseldorf Graf-Adolf-Platzê ve dest bi meşê kirin. Beriya meş dest pê bike bi sedan welatî govend gerandin û silavên xwe ji berxwedana Kurdistanê re şandin.    Girseya ji hezaran kes pêk tê bi xwendina sirûda "Ey Reqîb" dest bi meşê kir. Tê payîn ku meş li Rheinparkê bi dawî bibe û mitîngek bê lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û yên mafê mirovan ên ji çar parên Kurdistanê û ji welatên cihê yên cîhanê, ekolojîst, nûnerên tevgerên jinan û li ser navê êzîdî, Tamîl û Zapatîstayan jî dê di mitîngê de biaxivin.