Xizmên Windayan li aqubeta sê kesî pirsî 2022-06-25 13:52:31     AMED - Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, di hefteya 698’emîn a çalakiya xwe de li aqûbeta kedkarên tenduristiyê Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamûk ku hatibûn kuştin pirsîn.   Şaxa Komeleya Mafên Mîrovan (IHD) a Amedê û  Xizmên Windayan, rexmî şiliyê jî di hefteya 698’emîn çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û kujer bê darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê li dar xistin. Endam û rêvebirên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER) a Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan.    Di çalakiyê de li aqûbeta kedkarên tenduristiyê Mehmet Emîn Ayhan ku di sala 1992'yan de li navçeya Farqîn a Amedê hat kuştin û Hamît Pamûk ku di sala 1993'yan de bi hevalê xwe Îkram Han re hat kuştin, hat pirsîn.   'Ji bo heqîqet derkeve holê hewce ye ku herkes biaxive'    Di çalakiyê de destpêkê Serokê ÎHD'a Amedê Abdûllah Zeytûn axaftineke kurt kir û pişt re Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Şiyar Guldîken axîvî. Şiyar, çalakiya xizmên windayan weke meşa ber bi heqîqetê ve pênase kir û bal kişand ser gotinên Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû yên derbarê desthîlatê de û wiha got: "Dibêjin ku heke biaxivin wê her tişt cuda bibe. Ji bo heqîqet derkeve holê hewce ye ku herkes biaxive û tu tişt neyê veşartin. Em ji bo hemû windayên kedkarên tenduristiyê û windayên din têdikoşin û em ê têbikoşin jî."   'Hîn kujer nexuyane'   Piştî Guldîken Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Derya Yildirim, serpêhatiya kedkarên tenduristiyê Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamûk xwend. Derya, diyar kir ku Mehmet Emin Ayhan li Nexweşxaneyê Dewletê ya Farqînê bijîşkî kiriye û ji aliyê hemû kesî ve hatiye hezkirin û wiha got: "Gelê Farqînê gelek ji Ayhan hez dikir û jê re rêz digirt. Ew yek bala Hîzbûllah dikişine û Ayhan tê şopandin. Di sala 1992'yan de roja ku bi hevjîna xwe re ji serdana mala hevalên xwe vedigere malê li pêşiya mala xwe bi çekê tê kuştin. Hê jî kujer nexuyaye."    'Hamit dihat hezkirin'   Di berdewama axaftina xwe de Derya, bal kişand ser serpehatiya Hamit Pamûk û da zanîn ku Hamit li Nexweşxaneyê Zanîngeha Dîcleyê weke teknîsyênê Rontgenê xebitiye û wiha qala kuştina wî kir: "Tekiliya Pamûk a bi gel re gelek baş bû. Ji ber vê yekê dihat hezkirin. Wê tekîliyê hin kesan ne rehet dikir û gef lê dihatin xwarin. Wexta ku ji bo 1'ê Gulanê li pêşiya nexweşxaneyê bi sendikayê re daxuyaniyê dixwîne midurê polîsa gef lê dixwe û wî asteng dike. Piştî vê bûyerê di sala 1993'yan de li navçeya Rezanê ji aliyê sê kesên ku serçavê wan rûpoşkirî ve bi çekan tê kuştin. Li vê derê hevalê wî yê zarokatiyê Îkram Han jî tê kuştin. Heta îro jî faîlê wan nehatine dîtin."    Piştî daxuyaniyê ji bo çend deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û piştre çalakî bi dawî bû.