Platforma Jinan a Sokeyê li dijî newekheviyê piştevaniyê dihone 2022-06-25 09:03:28     AYDIN - Yek ji damezerînera Platforma Jinan a Soke Tazegul Turkmen Kamîloglu da zanîn ku wê derfetên şaredariyê ji bo jinan bi kar bînin û wê qadên wek îstîhdam û stargehan ava bikin.   Platforma Jinan a Soke di 31’ê Gulanê de bi armanca têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan hat avakirin û di 8’ê Hezîranê de der barê avakirina xwe de daxuyaniyek nivîskî da û daxuyakirin ku ji 1’ê Hezîranê de avakirina xwe îlan kirine. Platform armanc dike ku dengê jinên li bajar û navçeyên wê rastî şîdet û binpêkirinan tên bidin bihîstin, rêxistinbûna jinan armanc dikin.   ‘Me hewcedarî bi vê platfromê dît’   Tazegul Turkmen Kamîloglu ya di damezdandina platformê de cih girt der barê armanca platfromê de axivî û got: “Em newekheviyên wek çînî, ol û netewî li herêmê dijîn. Em dixwazin tecrubeyên çareseriya hevpar bijîn. Em vê bikin em ê li dijî her cureyê şîdetê serî hildin. Jin dikarin şîdeta hevjînê mêr jî bibînin. Em bi jinan re rêya çareseriyek hevpar bibînin. Di alî tespîtkirina pirsgirêk û çareserkirina pirsgirêkan de pirsgirêk hebûn. Fikra platformê eleqeyek mezin dît. Li Sokeyê komîsyonên jinan ên sendîka û partiyên siyasî hene lê ev ne xweser in. Em bi hevalên jin re niha hewl didin van tespît bikin û çareser bikin. Di rêveberiyên herêmî de kêmasî çêbûn. Ji ber meclîsên jinan di bin kontrola şaredariyan de bûn çareseriyên serbixwe pêk nedihatin.”   ‘Şîdeta  hêzên ewlehiyê’   Tazegulê di berdewamiyê de bal kişand ser pirsgirêkên hatine tespîtkirin û wiha dirêjî dayê: “Jinên rastî şîdetê tên bi awayekî baş nizanin serî li ku bidin. Di vî alî de pirsgirêkên cidî hene lê tiştên em bikin hene. Em ê bi rêveberiyên herêmî dest pê bikin. Em dixwazin bi şev kolan bên ronîkirin, pergaleke ku jinên şîdetê dibînin serî lê bibin, bê avakirin. Kuştinên jinan girêdayî îdeolojiya mêr û mêjiyê dewletê ye. Li dijî vê piştevanî û têkoşîna jinan gelek girîng e. Li Sokeyê kurd hene roman hene. Em nîqaş dikin ku em bi hev re bijîn. Em dixwazin li ser pirsgirêkên hevpar aştiyê ava bikin. Hevalên kurd û elewî pirsgirêkên cidî dijîn. Beriya her tiştî divê em bibin yek û tecrubeyên çareseriyê biafirînin. Em vê bikin em ê li dijî şîdeta hêzên ewlehiyê jî bisekinin.”   ‘Polîtîkayên dijminahiyê’   Tazegulê her wiha bi lêv kir ku Soke cihekî kozmopolîtîk e û mirovan li hember hev dikin dijmin û wiha dirêjî dayê: “Di bernameyên berê de me pêvajoyên weke ‘ew jin tevli bibe em nabin’ de derbas bûn. Em dixwazin hişmendiya jinê derxin holê. Divê ewil em bibînin ku pirsgirêkên jinan hemû yek in. Em ê gelek pirsgirêkan biaxivin.  Divê em ji bo jinên romen bibin alîkar. Divê em xwedî li keda wan derkevin. Em van hemûyan nîqaş dikin.”   ‘Wê derfetên şaredariyê bên bikaranîn’   Tazegulê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê cihekî aydê şaredariyê ji bo xwe veqetînin. Azadiya jinê bi şexsîbûnê ne pêkan e. Ji bo girtina kar a ji bo şaredariyan divê wekhevî hebe. Em ê ji bo çareserkirina vê jî hewl bidin. Pirsgirêka kreşan heye. Em ê derfetên şaredariyê ji bo vê bi kar bînin. Di vê dema ku her tişt biha ye de em ê qadên îstîhdamê jî ava bikin. Kolanên me bi şev tarî ne. Lênêrîna zarok, kal û pîran wek karê jinan tê dîtin. Di vê mijarê de berpirsiyariya rêveberiyên herêmî heye. Em  di van mijaran de hewl bidin.”