Piştî êrîşa li ser Xeşkanê: Em ne di ewlehiyê de ne 2022-06-24 12:17:42   WAN - Li Gundikê Sersul ê Taxa Xaşkanê piştî ku Mehmet Emîn Atil di encama serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin, keça wî  Kayser Atli banga hestiyariyê kir û  got, "Di saetên şevê de du kes li dora malê digerin, em ditirsin. Me tenê nehêlin."   Li navçeya Elbak a Wanê li Gundikê Sersul ê girêdayî Taxa Xaşxanê di 20 hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de bi ser mala Mehmet Emîn Yurtaş de hatibû girin û polîsên hêza taybet piştî ku gule ber bi hewa ve gulebaran kiribûn Mehmet Emîn jî binçav kiribûn. Buyer piştî ku gundiyan dîmenê wê belav kirin derket holê û di dîmen de diyar dibû ku jinên bertek nîşanî bûyerê dabûn dihatin îşkencekirin.   'Me tenê nehêlin'   Piştî ku di ser bûyerê re 5 roj derbas bûn keça Mehmet Emîn Atli Kayser Atli, ku ji ajansa me re axivî got, "Piştî serdegirtinê herşev li dora malê hin kes digerin. Dema ku jinbira min derket çêlekê bidoşe diyar kir ku du kes li dora malê dîtine.  Em ditirsin ku zerarê bidin me û em ne di ewlehiyê de ne. Me tenê nehêlin."   Kayserê, anî ziman ku ew ê biçin li serdozgeriyê gilî bikin û li dijî tişta pêk hat banga hestiyariyê kir.