Rojnameger Safiye Alagaş: Tu zilm nikare pênûsa jinê bişkîne 2022-06-24 11:36:23     AMED - Mudura Nûçeyan a ajansa me Safiye Alagaş a di rojên borî de hat girtin di peyama ku şand de got, "Divê bê zanîn ku tu zilm û zarî wê nikaribin pênûsa jinê bişkînin. Em rojnamevan in û em ê karê xwe bidomînin."   Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di encama lêpirsîna ku hat destpêkirin de di 8'ê Hezîranê de 20 jê Rojnameger, bi ser malên 22 kesî de hat girtin û hatin binçavkirin. Kesên ku bi ser malên wan de hat giritn piştî ku 8 rojan di bin çavan de man ew derxistin edliyeyê. Ji van kesên ku hatin binçavkirin û di 15'ê Hezîranê de derxisitn edliyeyê Mudura Ajansa me Jinnewsê Safiye Alagaş, Hefesrokê  Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firtatê (DFG) Serdar Altan, Mudurê Karên Nivîsê ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç û rojnameger Omer Çelîk, Zeynel Abîdîn Bulut, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin.     Rojnamegerên ku hatin girtin, di peyamên ku şandin de diyar dikin ku ew rojnamevaniyê dikin û tişta dikin jî ne sûc e.   'Em ji hemû kesên ku piştgirî dan me  re spas dikin'   Rojnameger Safiye Alagaş ku di Girtîgeha Jinan a Amedê de dimîne di peyama ku derbarê girtina xwe de şand de got, "Di serî de dixwazim bibêjim ku em gelek baş in û moralê me li cih e. Rojnamgeriya ku me dikir sûc hat dîtin û em hatin girtin. Lê divê bê zanîn ku tu hêz û tu zilm nikare pênûsa jinan bişkîne. Em rojnamevan in û em ê rojnamevantiya xwe bidomînin. Em ji her kesên ku pitgirî da me re spas dikin. Bi hêviya ku em di rojên azad de hev bibînin bimînin dixweşiyê de..."