ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-24 09:00:00     * "Gelo em dikarin çawa bi bandor bin? Em çawa dikarin ji nûve xwedî li hebûn û hêza çalakiya xwe derkevin? Em dikarin çawa parastina xwe ya cewherî xurt bikin? Em çawa dikarin azadiyê bikin pratîka xwe? Em dikarin çawa azadiyê bikin teşeyê jiyanê? Em daxwazên hebûn û bi bandor çawa dikarin zêde bikin?" NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Gulîstan Kanîreş a di warê parastin û pêşxistina zimanê kurdî de timî di nav lêgerînan de ye pirtûka xwe ya bi zaravê Kurmancî û Kirmanckî bi me da naskirin. Gulîstana qala demboriya xwe û bandora wê ya li ser nivîsankiriyê kir wiha got: "Li her deverê êriş li kurdan tê kirin. Lewra ji Dîasporayê heta Kurdistanê ziman û çanda me hebûna me ye, divê em biparêzin. Nivîskariya kurdî li dijî bişaftinê çeka min a xweparastinê ye." DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînî yên koçber û niha li Wargeha Vegerê ya navçeya Şêrewaya Efrînê dimînin diyar kirin ku êrîşek nû ya li ser herêmê wê bibe sedema koçberiyek nû û wiha gotin: " Çawa ku di şerê Efrînê de dewleta tirk a dagirker her tim sivîl hedef girt, niha jî li vê derê ew siyaseta xwe ya qirêj li ser herêmê didomîne. Dewleta tirk ger dîsa êrîşî vê derê bike, wê ev şer bibe sedema koçberiyek nû." DÎMEN HEYE   *Xwendekarên li Enqereyê bertek nîşanî cezayê ku ji bo kujerê Pinar Gultekîn hatî birîn dan û gotin: "Em ê li dijî biryara daraza mêr têkoşîna hevpar bidin." BI DÎMEN    *Meşvana meşa Gemlîkê Burcugul Çubuk da zanîn ku tevî êrîşa polîsan gel li her kolanên Kadikoyê li ber xwe daye û wiha got: “Her êrîşa li hember Rêberê Kurd li hember gel e jî. Dewlet peyama ‘dest nedin Kurdan hunê jî bişewitin’ didin me. Em jî dibêjin ‘Em destê Kurdan bernadin.’ Peyama herî esas a meşê ev bû.” DÎMEN HEYE   *Platforma Azadiya ji bo Mehpûsên Nexweş û Aysel Tugluk ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş dê pêşangeha wêneyan li dar bixe.