Malbatên girtiyan li gel îşkenceyê çalakiya xwe didomînin 2022-06-23 14:53:54     STENBOL - Xizmên girtiyan ên ku li ber Edliyeya Çaglayanê Nobeda Edaletê dabûn destpêkirin çalakiya xwe di roja 14'emîn de jî berdewam kirin. Polîsê ku êrîşî malabtan kir, li gel dayikan 6 kes bi îşkenceyê binçav kirin, girseya ku bertek nîşanî rewşê da ber bi Qada Glatasarayê ve meşiya.   Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin li gel zext û îşkenceyê di hefteya 14'emîn de li ber Edliyeya Çaglayan a Stenbolê berdewam kir. Nobeda vê hefteyê ji aliyê Dayika Yakup Akman ê li Girtîgeha Sîlîvrî ya bi hemar 3 ya Tîpa F Fincê Akman û dayika Xemgîn Karakaş ê li Girtîgeha Tîpa T ya Afyonê ku di hucereya yek kesî de dimîne Cemîle Karakaş ve hat girtin.  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Musa Pîroglu, rêxistinên HHDP'ê yên navenda Stenbol û navçeyên wê û Meclisa Ciwanan a HDP'ê, Devrîmcî Partî û endamên (ANYAKAY -DER) jî piştgirî dan malbatan.    'Em natirsin'   Beriya Nobedê gelek polîsan bi wesayitên binçavkirinê avahiya edliyê dorpêç kirin û wekî her hefteyê qedexeya Qeymeqamê Kagithaneyê ku ji bo çalakiyê derxistiye hincet nîşan dan û destûr nedan ku çalakî bê kirin. Parlamenterê HDP'ê Musa Pîroglu  ku bertek nîşanî rewşê da, diyar kir ku her hefte vê îşkenceyê li malbatan dikin lê ew ê li heberî vê bêdeng nemînn.     'Bi pihînan li wan dan û bi erdê re kaş kirin'   Di vê naberê de Fîncê Akman û Cemîle Karakaş ên ku vê hefteyê jî çalakiya nobedê kirin polîs êrîşî wan kir. Polîsan destên xwe dan ser devê Cemîleyê û nehiştin ku nefesê bide û bistîne. Cemîle piştere bi kaşkirinê li wesayita polîsan hat siwarkirin û di wesayitê de jî îşkence lê hat kirin. Her wiha di çalakiyê de 6 kes hatin binçavkirin.    Ber bi Qada Galatasarayê meş hat lidarxisitn   Parlamenter Musa Pîroglu bertek nîşanî polîsan da û got, "Em ê yelekê 'Ji girtiyên nexweş re Azadî' li xwe bikin û heta Galatasarayê bimeşin."   Tundiya polîsan rê li ber daxuyaniyê negirt   Girseya ku ji ber edliyê heta Şîşliyê bi dirûşma "Ji girtiyên nexweş re azadî meşiya, li ser Kolana Buyukdere ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û meş hat astengkirin. Musa Pîroglu bertek nîşanî polîsan da û got, "Hûn her hefte bi lêdanê 4 dayikan binçav ikin. Em nema bêdeng dimînin û hûn nikarin me asteng bikin."  Di vê navberê de polîsan parlamenter daf dan û dan ber zextan. Piştre girseyê li dijî tundiya polîsan daxuyanî da.   'Me xwest em dengê dayikan bidin bihîstin'   Di serî de Dilşad Canbaz mafê axaftinê girt û ot, "Dayik dixwazin ku zarokên wan bên berdan, dermankirin û ji girtîgehan cenaze neyên derxistin û ji bo vê dixwazin daxuyanyê bidin. Lê her hefte polîs li hemberî me bendan datîne û  bi lêdan û kaşkirinê dayikan binçav dike. Ji bo vê em jî heta Şîşliyê meşiyan û me xwest em bibin dengê dayikan."   Bi biryar in ku bêdeng nemînin   Musa Pîroglu yê ku her hefte tevli çalakiya malbatan dibe jî got, " Dayik bi hefteyan e li ber edliyê kom dibin û daxwaza edaletê dikin. Lê Qeymeqamtiya Kagirthaneyê ji bo ku dengê dayikan û girtiyan neyê bihîstin daxuyaniyê qedexe dike." Herwiha Musa bal kişand ser rewşa 16 rojnamevanên kurd ku li Amedê hatin girtin jî û ev tişt got, "Li vî welatî pêşeroja her kesî di xeterê de ye û di girtîgehê de ye. Ew di nava çar dîwaran de em jî li derve girtî ne. Li her cihê ku ji gel re qedexe be em ê bibin dengê gel."