Ji bo 3 jinên têkoşer li Kobanê meş hat lidarxistin 2022-06-23 11:56:04     KOBANÊ - Rêxistina Kongereya Star a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma "Kuştina jinê xiyaneta li jiyanê ye" meş li dar xist.   Bi sedan ji şêniyên Herêma Firatê, ji bo salvegera duyemîn a Komkojiya Helincê meşek li dar xistin. Di meşê de wêneyên cangoriyên azadiyê Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Dayika Emîne Weysî, Dilar Heleb, Nûjiya Ocelan, Kobanê, Ronahî û Ferhad Dêrikî, alên Kongereya Star, Yekîtiya Jinên Ciwan, Partiyên Siyasî, hatin hildan. Bi beşdariya Rêveberiyên Kongereya Star a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê meş hat lidarxistin. Meşê ji Kaziya Helicê dest pê kir bi berzkirina dirûşmên "Zehra, Hebûn Namirin" û "Berxwedan jiyan e" heta ber bi Muzexaneya Helincê ve dewam kir. Ji bo bibîranîna têkoşerên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û paşê axaftina ji Kongreya Star a ji aliyê Remziyê Mihemed Kongereya Star a Bekur û  hat kirin.   ‘Em berxwedanî û vîna van hevalên xwe jibîr nakin û soza tulhildanê nû dikin’   Remizyeyê di axaftina xwe behsa têkoşîna jinê kir û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê, jinê di her qadê de bersiva dagirkeriyê da û têkoşîna herî mezin li hemberî dijminê hov da. Her kes dizane jina kurd mohra xwe li dîrokê daye. Tu kes nikare vê berxwedana  jinê ya li dijî hemû rêbazên tundiyê û têkbirinê bi dawî bike. Em berxwedan û vîna van hevalên xwe ji bîr nakin û soza tolhildanê nû dikin."   Piştî axaftinê Kongereya Star diyarî da malbatên cangoriyan û derbasî Muzexaneyê bûn.