Jina ku hewl da zaroka xwe rizgar bike xeniqî 2022-06-23 09:14:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor agahiyên Dezgeha Paratina Şaristaniyê ya îdareya Soran ragihand, jina ku di Robarê Çoman de hewl da zaroka xwe ya ketî robar rizgar bike xeniqî.    Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Dezgeha Paratina Şaristaniyê ya îdareya Soran duh êvarî li ser agahiyek li Robarê Çoman bûyerek a xeniqînê heye tîmên Parastina Soran gihiştin cihê bûyerê û wiha tê gotin: “Cenazeyê qurbaniyê ji aliyê welatiyan ve hatibû derxistin. Jina xeniqî Bİ eslê xwe Ereb e û bi navê Fiza Elî Nasire (43) ku nîştecihê Ranya bû. Bi mebesta geştyariyê bi kesukarên xwe re hatibû vê herêmê.”   Li gorî daxuyaniyê, dema zaroka wê jinê dikeve nava Robarê Çoman, ji bo zaroka xwe rizgar bike xwe davêje nava robar. Lê nikare, dixeniqe û zarok jî rizgar dibe.   Dezgeha Paratina Şaristaniyê ya îdareya Soran ragihand ku ji serê salê heta niha 7 welatî li robarên li Soran xeniqîne.