'Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê nasnameya jinê ye' 2022-06-23 09:05:35   Hêlîn Asmîn   QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Sultan Xişo, têkildarî kar û xebatên weqfê de her wiha projeyên ku pêşkêşî jinan dike nirxandin kir û wiha got: "Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê bi nasnameya jinê projeyên xwe pêş xist. Loma li ser daxwaza jinan û kombûna jinan hat avakirin. Armanca me ya esasî ew e ku em bikaribin ji jin û zarokên ku di şer de zirar dîtine bibin alîkar. Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê nasnameya jinê ye."     Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê di sala 2014'an de hate damezirandin û pêşxistina jinan a di aliyên aborî, çandî, civakî û tenduristiyê de esas digire. Her wiha hewl dide têkiliyê bi rêxistin û saziyên jinên derveyî Sûriyeyê jî pêş bixe. Ji bo ku balê bikşîne ser pirsgirêkên ku jinên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn pê re rû bi rû dimînin. Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê di hemû qadên jiyanê de ji bo piştgiriya jinan bi dirûşma "Jina azad bingeha civaka azad e" xebat da meşandin. Li ser vê esasê bi dehan projeyên di warê çandî, tenduristî û civakî de pêk hatin. Taybet ji bo jin û zarokan afirandin. Di encama vê xebatê de nokteyên tenduristiyê, baxçeyên zarokan û malên zarokên bêkes, cihên karên jinan, peymangehên muzîkê hatin avakirin. Her wiha bi hezaran jin li bajar, bajarok, gundan û kampên penaberan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin perwerdekirin.    Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Sultan Xişo bi berfirehî kar û xebatê weqfê nirxand û ji me re parve kir.   Gavên destpêkê yên avakirina Weqfa Jina azad   Sultanê di destpêka axaftina xwe de ev tişt got:"Me bi komek biçûk dest bi avakirina weqfê kir. Bi Şoreşa Rojava re gelek karê ku jin xwe tê de cih bike û bibe xwedî proje hebûn. Yek ji wana jî Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê bû. Di destpêka avakirinê de me nêrînên jinan girtin, piştre jî me dest bi projên weqfê kir. Ji ber hemû projêyen weqfê di heman demê de projên jinan e. Armanca me ya esasî ew e ku em bikaribin ji jin û zarokên ku di şer de zirar dîtine bibin alîkar. Ji ber di şeran de herî zêde jin û zarok zehmetiyan dijîn. Navenda Weqfa Jina Azad li Qamişloyê ye û li seranserê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşên me hene. Weke Reqqa, Tepqa Dêrazor, Kobanê, Dêrik, Girkêlegê, Hesekê  Kampên ku niha penaberên ji Serêkaniyê û Girê Spî, Kampa Hol û hwd. Di sala 2014'an de wekî Weqfa Jinê ya Rojava hate avakirin, lê di sala 2021'ê de, di konferansê de navê weqfê hate guhertin û nav bû Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê. Bi vê şewazê li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahiya Sûriyeyê beşên me hatin vekirin. Niha em dixwazin ji bo pêşeroja Hema Himis û Şamê beşên weqfê vebiken. Ji bo hemû jinên li Sûriyeyê bikaribin di nava rêxistina Weqfa Jina Azad de cih bigirin pêwîstiyêk bi vî navî hebû."   'Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê nasnameya jinê ye'   Sultanê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ji bo ew ji jinan re bibin bersiv proje pêş xistine û wiha pê de çû:"Armanca Weqfa Jina  Azad a Sûriyeyê nasnameya jinê ye. Ji ber vê weqfa jinê ji bo bikaribe xwe bigihîne hemû jinên seranserê Rojhilata Navîn dixebite. Bi vê armancê jî dixwazin ji bo hemû jinan kar bidin meşandin. Em bi komîteyan karê xwe didin meşandin. Ji komîteya me yên herî çalak komîteya tenduristiyê, perwerde, hiqûq û projeyan hene. Her komîte bi awayekî pratîk tê meşandin. Di destpêkê de danasîna mijar û projeyan tê kirin. Di hemû cihên ku li wir şer hene, jin û zarok jê bi bandor dibin. Di civaka me de pêwîstiya jinan hem ji perwerdeyê hem jî rojane bi kirina debara xwe heye. Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê jî ji bo bikaribe ji jinan re bibe bersiv komîte û projeyan pêş dixe."   Komîteya Tenduristiyê   Sultanê qala xebatên komîteya tenduristiyê ya di hundirê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê de kir  û wiha domand: "Hemû komîteyên di Weqfa Jina Azad de hatine vekirin xwedî pratîk in. Di destpêkê de perwerdeya Komîteya Tenduristiyê tê dayin paşê di warê piratîkê de em jinan hînî mudaxeleyên destpêkê yên tenduristiyê dikin. Li kêleka wê semînerên tenduristiyê yên der barê pençeşêra sîngê, laşê jin û hemû nexweşiyên têkildarî jin û zarokan têne dayin. Bi belavbûna Vîrusa Koronayê re me ji bo tenduristiya civakê dest bi hemleya li ser sê mehan kir. Hemû ofîsên me yên weqfê bi vê hemleyê rabûn û jixwe rola herî sereke ya komîteya me ya tenduristiyê bû ev. Me li ser parastina ji Vîrusa Koronayê civak perwerde dikir. Bê nîşaneyên vê nexweşiyê çine û çawa mirov dikare parastina xwe jê bike? Em li ser vêya sekinîn. Bi giraniya belaviya nexweşiyê, li herêmên me hemleya me dirêj kir û heta niha jî di vê mijarê de em alîkariyê pêşkêş dikin. Her wiha nokteyên me yên tenduristiyê, kilînîkên me yên gerok li hemû bajar û piraniya gundan hene. Armanca me ji vê yekê ew e em karibin xwe bigihînin hemû jin û zarokên nexweş. Bi taybet jî yên ku dûrî bajaran dijîn û zehmetiyan dikşînin. Xizmetên tenduristiyê em bê pere pêşkêş dikin û dermanên nexweşan jî bê pere ne. Dermanxaneya me ya xwezayî li bajarê Dirbêsiyê û Hesekê heye. Em dixwazin bi rêya vê civakê vegerînin xwezaya wê û niha em hewl didin li bajarê Qamişlo û Dêrikê jî dermanxaneya xwezayî vekin."   'Ji bo pêşeroja jin û zarokan projeyên me yên cuda jî hene'   Sultanê bal kişand ser komîteya perwerdeyê û wiha bi lêv kir: "Yek ji komîteya herî esas komîteya perwerdeyê ye. Ji ber ku bi perwerdeyê hişmendî tê guhertin. Guhertina civakê ji ber ku gelekî zehmet e ji bo guhertinê têkoşînek pêwist e. Jin di nava civaka xwe de ji rastiyê hatiye dûrxistin û şaş hatiye perwerdekirin. Pergala kaptalîzmê çawa li ser civakê tesîrek negatîf kiriye, li ser jinê jî kiriye. Ji ber ku jin di her qadên civakê de heye. Jin niha di civakê ji çanda xwe jî hatine dûrxistin. Em ji bo bigihên vê ferqê pêwîst e em bi gelek awayî xwe perwerde bikin. Bi taybet jin di milê parastin û hebûna xwe de têkoşînê dide. Di roja me ya îro de piranî li ser jinê şerê taybet tê meşandin.  Bi şerê taybet dixwazin civakê ji xwezaya xwe dûr bixin. Loma me di demên dawî de li ser şerê taybet, azadî, parastin û xwebûnê hem ji bo mêran hem jî ji bo jinan projeyên perwerdeyê pêş xistin. Di heman demê de me ji bo zarokan cihê perwerdeyê, cihên muzîkê û baxçeyên zarokan vekir. Ji bo pêşeroja jin û zarokan projeyên me yên cuda jî hene."