Kongreya Star Komkujiya Helincê bi bîr anî 2022-06-22 16:25:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Surî têkildarî salvegera Komkujiya Helincê daxuyaniyek da û got: "Werin em 23’yê hezîranê wekî 'Roja têkoşîna li dijî qetlîamên ku nasnameya jinên siyasî û pêşengên azadiya jinan hedef digirin' li cîhanê qebûl bikin û îro têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin."   Di 23’yê hezîrana 2020’an li gundê Helincê girêdayî Kantona Kobanê komkujiyeke pêk hat û di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Hebûn Melle Xelîl û Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî 2’yemîn salvegera komkujiyê de Koordînasyona Kongreya Star a Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Daxuyanî wiha ye:   “Di 2’yemîn salvegera şehadeta Zehra Berkel, Hebûn Melle Xelîl û Emîne Weysî ku di 23’yê hezîrana 2020’an li gundê Helincê di encama êrişa dewleta Tirk a faşîst a bi drone de şehîd bûne li Kobanê bi rêzdarî û bi hesreta ji bo azadiyê bi bîrtînin. Ev êriş hemwext bû bi salvegera Komkujiya Kobanê ya ku di 25’ê hezîrana 2015’an de bi hevkariya DAIŞ û dewleta Tirk ji bo şikandina vîna Kobanê ya kela berxwedanê li dijî gelê sivîl pêk hat ku têde gelek mirov şehîd ketin. Em şehîdên Komkujiya Helincê û Kobanê û hemû şehîdên meha hezîranê bi soza pêkanîna daxwaz û xeyalên wan û avakirina jiyana azad, em silav dikin.   Îdeolojiya şerê cîhanê yê 3'yemîn bi tundî zayendperestî ye. Hêzên hegemonîk, bi provakasyona cinsiyetparêziyê bi şerê li seranserê cîhanê dixwaze sîstemek mêtînger ava bike. Zihniyet, ziman, pêkanînên siyasî û rêxistina Şerê Cîhanê yê 3'yemîn bi îdeolojiya zayendperest ve girêdayî ye. Hêzên hegemon bi dirûşmeyên zayendperest bajaran dagir dike û dixwaze her cure êrîşên tecawizkar û dagirker ên li ser zarok û jinan, tevahî civakê rewa bike. Li aliyê din zilamtiya hegemonîk li cîhanê û li herêma me dixwaze jinan li gorî armancên xwe şekil bike û bi pergala serdest re bike yek. Kiryarên îdeolojiya zayendperest a ku di serdema me de belav bûye, li hemberî jinê di asta şerekî hov de ye. Yek ji armanca sereke ya hegemonan bi awayekî sîstematîk mêtingeriyê pêk tîne ev yek tasfiyekirina pêşengî  û îradeya rêxistinkirî ya jinê ye. Bi qetilkirina siyasetmedar, rojnamevan, aktîvîst û jinên gerîlla yên ku li gelek welatên cîhanê pêşengiya têkoşîna azadiya civakî dikin, vê armancê nîşan da.   Hêzên hegemonîk ên cîhanê hewl didin faşîzma ku bi serdestiyê hatiye bidestxistin normalîze bikin. Me mînakên herî berbiçav ên vê hewldanê li DAIŞ'ê, li Afganîstan, Yemen, Lîbya û gelek welatên din û herî dawî jî li Ûkraynayê dît û hînjî dijîn. Bi taybetî di van deh salên dawî de gelek êriş û qetlîamên bi armanca rewakirina faşîzmê i ser erdnîgariya me hatin ferzkirin. Serdestiya mêr û zîhniyeta dewletê li hemberî helwesta jinê ya ku hişmendiya siyasî û rêxistinbûyî bi taybet ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye avakirin, qetlîam û êrîşên hovane pêk tîne. Mînaka vê ya herî berbiçav jî komkujiya Helince ya 23’yê Hezîrana 2020’an e. Her sal 23’yê hezîranê wê ji bo me bibe roja israr û çalakiyên ji bo bilindkirina têkoşîna rêxistinî û siyasî.   Di sedsala 21'an de me jinan ne tenê têkoşîna azadiya jinê, di heman demê de pêşengiya têkoşîna giştî ya demokrasî, azadî û ekolojiyê kir. Em êrîşên ku li dijî vîna me ya siyasî ya rêxistinkirî pêk hatin ji bîr nakin. Heta ku armancên heval û jinên me yên di van êrîşan de şehîd bûne û xeyalên wan ên welatekî azad û demokratîk pêk neyê, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bibin şopdarên doza jina azad û pêşeng.  Berxwedana Rêber Apo ji bo hemû  jinan hêzeke mezin e. Li ser vê bingehê weke Kongra Star ji hemû jinên cîhanê re em banga xwe ya ji bo tevgerên jinan ên birêxistinkirî, têkoşer û însiyatîfên jinan ên di 23’yê hezîrana 2021’an de dubare dikin: Werin em 23’yê hezîranê wekî “roja têkoşîna li dijî qetlîamên ku nasnameya jinên siyasî û pêşengên azadiya jinan hedef digirin” li cîhanê qebûl bikin û îro têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin.   Em bi biryar in ku hemû jinên li welatên cuda yên cîhanê li dijî polîtîkayên dagirkerî, ekolojîk, li dijî jinê û gelan di berxwedan û têkoşîna xwe de emê bidin jiyîn. Wê hêza me ya têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî û azadiyê mezin bikin, em ê tecrîda ku li ser mirovê azad Rêber bişkînin.  Li ser vê bingehê bi soza ku em ê layiqî berxwedana sedsala 21’an û dîroka Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bin ku eniyeke xurt a şoreşa jinê ye.  Em di şexsê Zeynep Kinaci, Sema Yuce, Filiz Yerlikaya û Leyla Agirî de hemû şehîdên meha Hezîranê bi rêzdarî bi bîr tînin.”