TJK-E: Em tevlî meşa li Dusseldorfê bibin 2022-06-22 15:10:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Di 25'ê hezîranê de dê li Dusseldorfê li dijî êrişan dê meşek bê lidarxistin. TJTJK-E banga tevlî bûnê kir.    Êrişên li hemberî herêma Federal a Kurdistanê didome. Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrişan didomin. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi  daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser meşa ku dê di 25'ê hezîranê de bê lidarxistin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Armanca êrişê, berxwedana li hemberî êrişê û encamên vê berxwedanê gelekî berfireh û mezin e. Bîlançoya şer bi xwe, asta vî şerî derdixe holê. Ev şerê îro li Kurdistanê ji şerê Ukraynayê mezintir e.   Li gorî bîlançoyê di nava du mehan de dewleta Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 hezar 65 êrişên bi balefiran, 1493 caran êrişên bi helîkopterê û 779 caran jî êrişên kîmyewî kirine.    Du meh in gelê me yê li Ewropayê, jin û dostên me bi çalakiyên xwe xwedîderketineke mezin derxistin holê. Bi sloganên ‘Bijî berxwedana gerîla’ xwestin bibin dengê berxwedanê. Divê were zanîn vî şerê li Zap û Avaşînê tê kirin, xwedîderketineke gelekî mezin heq dike. Divê kesekî kurd, jinên têkoşer, hemû aliyên ku dixwazin Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bibin, divê bibin parêzvanê vê xeta berxwedanê ya ku ji Zap û Avaşînê heta Rojava û Şengalê dirêj dibe.   Di 25’ê hezîranê de wê meşeke navendî li Dusseldorfê were kirin. Em bang li hemû jinan, meclîs û pêkhateyên xwe yên li Ewropayê, rêxistinên jinan ên femînîst û demokratîk dikin ku bi şîara ‘Niha dem dema parastina Kurdistanê ye, dema dema meşa li ser berxwedanê ye’ tevlî meşê bibin.”