Li Afganistanê bi pileya 6.1 erdhej pêk hat 2022-06-22 10:21:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Li eyaleta Paktîka ya Afganistanê bi pileya 6.1 erdhej pêk hat. Di encama erdhejê de zêdetirî 250 kesî jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûn.   Li gorî agahiyên çavkaniyek ji hikumeta xwecihî dane BBC’iyê li eyaleta Paktîka ya Afganistanê bi şîdeta 6.1  erdhej Pêk hat. Hat ragihandin ku erdhej di saetên serê sibehê yên zû de pêk hatiye.  Hat diyarkirin ku di encamê de zêdetirî 250 kesî jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûne. Her wiha hat destnîşankirin ku dibe hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibe.    Erdheja ku nêzî 44 km dûrî bajarê Host ya li başûrrojhilatê herêmê çêbûye, gorî Navenda Sîsmolojiyê ya Ewrupa-Derya Spî (EMSC) jî hat ragihandin ku erdheja li Afganistanê, li Pakistan û Hîndistanê jî erdhejê xwe daye hîskirin.