'Ya ji me re dimîne piştevanî ye' 2022-06-22 09:07:56   AMED - Parêzer Rûşen Seydaoglu ku di pêvajoya girtin û binçavkirina rojnamegeran de şahidî kir wiha got: "Ji bo kesên mane, lê ne tenê çapemeniya azad,  ji bo kesên rûmeta pîşeya rojnamegeriyê dimeşînin, ji bo jinan, partiyên siyasî û ciwanan, hiqûqnasan, piştevaniyek bi rûmet û têkoşîn dimîne."   Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polisan di 8'ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes binçav kirin û 8 rojan di bin çavan de man. Di 15’ê Hezîranê de derxistin dadgehê û 16 kes bi îdiaya endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê kirine, hatin girtin. Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş, Safiye Alagaş, Azîz Oruç, Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel, Abdûrrahman Oncu û Lezgîn Akdenîz bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.   Yek ji parêzerên ku ji nêz ve pêvajo şopand Ruşen Seydaoglu bû. Rûşenê di 8 roj pêvajoya binçavkirinê de bê navber çûye serdana wan, pêvajoya edliyeyê û şahidiya pêvajoyê kiriye. Ruşenê pirsên me bersivand.   *Hûn pêvajoya binçavkirin û heta girtina rojnamegeran çawa dinirxînin?   Beriya axaftinê ez vê nebêjim ez ê heqîqeta pêvajoya 8 rojan jî îfade nekim. Rojnamegerên hatin binçavkirin, yanî muvekîlên me nîşan dan ku çapemeniya azad çiqas bi rêxistin e û çiqas xurt e, çiqas xwedî hişmendî ye. Bi parastina karên rewa yên muvekîlên xwe bêguman pratîka me ya parêzeriyê jî xurt dibe. Divê em vê bînin ziman. Mafên xwe yên bêdengiyê bi kar anîn û dayîna îfadeyê ya li emniyetê red kirin. Lê darazê mafê ‘bêdengiyê ku mafekî qanûnî û rewa ye jî di alî gumanbariyê de wek sûcdarî nirxandiye. Di vê atmosferê de mafên qezenckirî gelek girîng bû. Bêguman nikarim li ser navên wan biaxivim lê wek performanseke parastinê, pratîka rojnamegeriyê bi dozger û dadger re azadiya fikr û ramanê, tê çi wateyê nirxandin û danîna holê gelek bi nirx e. Li gorî min muvekîlên me ev pêk anîne.   * Dema hun qanûnîbûn û hiqûqiyê bi hev re bifikirin darizandina rojnamegeran tê çi wateyê?   Em dizanin ku zemîna pêvajoyê ne hiqûqî bû. Ji ber  faliyetên rojnamegeriyê, xweserbûna rojnameger ferz dike. Bêyî ku bifikirin ka desthilatdarî çi dibêje, faliyetên xwe dimeşîne, ji ber vê jî nûçe û bernameyên çêkirine bûne sedema binçavkirinê, girtin û cezakirinê. Ji ber vê jî ev bi tu awayî ne ahlaqî û hiqûqî ye. Em behsa rojnamegerên ku binpêkirinên mafan ên hatine jiyîn derxistine holê dikin.   Hemû avabûn qanûnî ne   Li aliyê din em nizanin ku lêpirsîn çiqas qanûnî ye. Ji ber em nizanin ku cudahiyên hiqûqî yên navbera kesên hatine girtin û berdan de çine. Ji bo em vê fêm bikin em ne xwedî enformasyonê ne. Li ser dosyayê biryara sînorkirinê heye. Li gorî me yên biryara binçavkirinê dane jî ne xwedî vê agahiyê ne. Sedema dirêjkirina 8 roj binçavkirinê jî ev bû. Ji bo sûcdar bikin divê delîl biafiradana. Binçavkirineke ku biryara sînorkirinê li ser hebû hat jiyîn. Hinek çapemenî û navendên weşanan kirin navendê û pirs ji rojnamegeran pirsîn. Ev weşanên navên wan derbas dibin hemû prosedura qanûnî tînin cih; ji jiyana rojane, huner û çandê bernameyan çêdikin. Rojnameger di bin faliyeta şîrketan de rojnamegerî kirine.   Bawerbûna bi darazê têk birin   Nûçeyên hatine çêkirin rîskên wê yên li ser civakî dikare di çarçoveya qanûnî de bibe mijara lêpirsînê. Wê alî delîlên xwe pêşkêş bikin û nîqaşên hiqûqî bên meşandin. Ev ferza dewleta hiqûqî ye. Lê wekhev û adîlane nêzî aliyan bibin. Lê ev welat êdî ne welatekî wisa ye. Ev 5 sal in  girtinê ne wek tedbîr wek cezakirinê bi kar tînin. Ev bi tu awayî bi hiqûqê nayê îzahkirin. Bawerbûna bi darazê têk birin.   *Di vê pêvajoyê de rojnameger bi kîjan pêkanînan re hatin rû hev?   Me pêvajoyek binçavkirin û girtinê ya ku em ji gelek pêkanînan re  dibêjin çi hewce dikir,  derbas kir. Dozgera  dozê bi cil û bergên sor, bluzê spî û kolya hîv û stêrk tevli bû. Lê ev sembol 100 sal in em dizanin. Li gorî me hewce pê tunebû ku siya desthilatdariyê bikeve ser hiqûqê.     Çima te kameramanî kir   Mînak muvekîleke me nêzî 4 mehan di saziyên weşan û çapemeniyê de xwarinpêjî kiriye. Ji bo vê tê lêpirsînkirin. Li gorî wan divê zikê rojnamegeran jî birçî bimîne. An jî muvekîlek me ya din bernameya hunerê pêşkêş dike. Der barê muzîk, wêne û sînemayê de naverokan amade dike. Dozger dibêje ‘çima’. Ew jî dibêje ‘ Huner hêza başkirina hemû erdnîgariyan e’. Yanî ji hemû pirs û bersivan sûc derxistine. Pirsên weke 'te çima kameremanî kiriye, çima ev bername kiriye, çima nûçe û roportaj kiriye. ?'   Ez cara yekem tevli îfadeyên li dozgeriyê bûm. Ne gotinên ji devê me derketiye, gotinê dozger dixwest ketin bin zaptê. Tevî hemû israran rast nekirin. Me got bila gotinên me bikevin zaptê. Lê rast nekirin.   *Gelo xwestin li ser 16 rojnamegerên hatine girtin çi biafirînin?   Nûçeyên çêkirine, bernameyên kişandine hemû kiribûn dosyayê. Ji pirsên ku pirsîn me fêm kir ku heta ji vîtrinên bernameyan agahdar in. Di dema binçavkirinê de prosedur binpêkirin, mal û kargerî serobino kirin û alav desteser kirin. Gelo hemû delîl di dosyayê de bûn çima hatin girtin? Bi êrîşa li hember çapemeniya azad dixwazin dersê bidin. Yanî peyamek siyasî dan. Ev peyam jî di esasê de ne tenê ji bo çapemeniya azad ji bo hemû rojnamegerên Tirkiyeyê bû. Ji bo kesên mane, lê ne tenê çapemeniya azad,  ji bo kesên rûmeta pîşeya rojnamegeriyê dimeşînin, ji bo jinan, partiyên siyasî û ciwanan, hiqûqnasan, piştevaniyek bi rûmet û têkoşîn dimîne.