Nexweşiya Aysel Tugluk giran dibe 2022-06-22 09:05:06   Rozerîn Gultekîn-Safiye Alagaş   STENBOL - Parêzera OHD'ê Elîf Taşdogan, bal kişand ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk û got: "Divê dermankirina Ayselê li gorî zanista tibî û hiqûqî di şertên mirovane de bên kirin. Em dipên ku biryarek li gorî hiqûq û etîkê bê dayîn."   Siyasetmedara kurd û parêzer Aysel Tugluk ya li girtîgeha Tîpa F a Hejmar Yek a Kandira ya Kocaeliyê tê girtin û bi nexweşiya demansê ketiye, hefteya borî li ser serlêdanên bi israr yên parêzeran ji bo taloqkirina înfazê pêvajo hat destpêkirin. Aysel sewqî Saziya Tipa Edlî hat kirin û di 13’yê hezîranê de dermankirina wê di ser re hat kirin û dîsa şandin girtîgehê. Biryara ji bo Ayselê bê dayîn bi mereq tê payîn. Midûrê Giştî ya Malên Tevkîf û Cezaya Yunus Alkaç îdia kir ku Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê beyî daxwazê pêvajo daye destpêkirin û Aysel şandine ATK’ê.   Yek ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD)  Elîf Taşdogen ku bi Ayselê re piştî vegera ji ATK’ê hevdîtin kir, ji ajansa me re axivî.   ‘Destpêkirina pêvajoya ATK’ê di encama têkoşînê de pêk hat’   Elîfê da zanîn ku gotinên Midûrê Giştî yê Malên Tevkîf û Ceza Yunus Alkaç ku gotiye di 14’ê hezîranê de di hevdîtinê komîsyona li Meclîsê de beyî serlêdan Aysel sewqî ATK’ê hatiye kirin, rastiyê nîşan nade û wiha pê de çû: “Têkoşîn girîng û watedare. Bi vê wesîleyê hun didibin dengê girtî û bi taybet jî Aysel Tuglukê. Di vê pêvajoya ku hiqûq pêk nayê, nirxên etîk tê piştgûhkirn de, mirov bibin dengê girtiyan gelek bi nirxe. Bi biryarên îradeya xweser û pêwistiyên hiqûqî Aysel Tugluk sewqî ATK’ê nehat kirin. Aysel di encama têkoşîn û avabûna rayagiştî de  hatiye sewqkirin. Hêvîdarim rapora bê dayîn xîtabê wijdana civakê bike û li gorî nirxên hiqûqî biryarek bê dayîn.”   Derket heyetê   Elîfê her wiha der barê hevdîtina bi Ayselê re kiriye jî axivî û di vê mijarê de ev tişt anî ziman: “Li girtîgehê jiyana Ayselê roj bi roj zehmet dibe. Ez roja pêncşemê çûm serdana Ayselê. Aysel ji bo rojekê birine û anîne. Prosedura normal ya em dizanin pêk anîne derxistine pêşberî heyetê. Yanî wisa rewşeke ekstrem nehatiye jiyîn. Aysel êdî di vegera ATK’ê de di koxuşa karantînayê de namîne. Niha ligel girtiyan dimîne.”   Tetkîk nehatine kirin   Elîfê di berdewamiyê de axaftina xwe wiha domand: “Aysel ji bo rojekê birine ATK’ê û şûnde anîne. Ji ber prosedura heyî tetkîk nehatine kirin û tenê derxistine ber heyetê. Derbasbûna raporên heyet bide ji bo demekê ne. Her cara diçe ATK’ê mixabin hemû tetkîk ji nûve nayên kirin. Tenê derdixin pêşberî heyetê û prosedura diyarkirî pêk tînin û ji nirxandina heyetê re dihêlin. Dema mirov li vê rweşa heyî dinêrin jî wêneyê pirsgirêkê tê xêzkirin. Li cihê ku mafê tenduristî mafê jiyana mirov mijara gotinê ye, ev nêzîkatiyên wisa hene. Di vir de jî mirov nêzîkatiya li hember girtî dibînin.”   ‘Xwe ewle hîs nake’   Elîfê destnîşan kir ku  hevalên Ayselê yên girtî, parêzer û doktoran bi hev re der barê rewşa Ayselê de rapor amade kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê dane û wiha  anî ziman: “Di encama çavdêriyan de hatiye dîtin ku rewşa Ayselê xerab dibe. Nexweşiya wê roj bi roj giran dibe. Fikarên Birêz Ayselê zêde bûne. Her tim bi fikare û xwe ewle hîs nake. Kontrola hevsengiyê nikare pêk bîne û ev bi zelalî tê dîtin. Pir westandî  tê hevdîtinan. Ev jî nîşan dide ku nikare razê û ji ber dermanên giran wisa dibe. Jiyana Ayselê li girtîgehê pir zehmet bûye.”   ‘Em biryarek hiqûqî û etîk dipên’   Elîfê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku heta Aysel neyê berdan wê pêngavên hiqûqî bidomînin û wiha dawî lê anî: “Li gorî rapora ji ATK’ê bê wê pêgav bên avêtin. Divê dermankirina Ayselê li gorî zanista tibî û hiqûqî di şertên mirovane de bên kirin. Em dipên ku biryarek li gorî hiqûq û etîkê bê dayîn. Hêviya me ev e ku biryareke dijberê vê neyê dayin. Di rewşa biryarek neyînî bê dayîn de wê têkoşîna me bidome.”