Li Amedê 'Nobeta Edaletê': Em edaletê dixwazin 2022-06-21 12:50:12     AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan îro li pêş Girtîgeha Amedê pêk hat. Malbatan, bal kişand ser bêdengiya partiyên siyasî û wiha bertek nîşan dan: “Partiyên siyasî yên li dijî daxwazên me bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne.”    Malbatên girtiyan bi mebesta ku berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê înfaza wan hatiye şewitandin û girtiyên nexweş, li Amedê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kiribûn. Çalakiya malbatan 218 roj li pey xwe hiştin. Malbatan çalakiya xwe îro li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê domandin. Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî, Piştgirî û Piştevaniya bi Kesen Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amede jî piştgirî dan çalakiya malbatan.    Di çalakiyê ji ewil dayika girtiyê nexweş Civan Boltan, Nazîme Boltan axivî. Nazîme anî ziman ku tevî serma û germahiyê jî bi meha ye çalakiya xwe didomînin û wiha got: "Em bang li rayedarên dewletê dikin û edaletê dixwazin. Heke edalet hebûya, em li wan kuçeyan nedigeriyan. Zarokên me nexweşin, bila qanûnên xwe pêk bînin. Çima raporên zarokên me nadin?  Girtiyên ku 30 salin di girtîgehê de û cezayê wan qediyaye bila berdin. Çima înfaza wan dişewitînin? Zarokê min li Boluyê ragirtî ye û ev bû 4 sal min ew nedîtiye. Ev edalet û wijdaneke çawa ye?”     Piştre jî xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, Încî Guler axivî. Încî jî di axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya partiyên siyasî axaftina xwe wiha qedand: “Ev çend meh in em daxwaza edaletê dikin. Zarok, xwişk û birayên me ev 30 sal in di girtîgehê de ne. Lê ji ber ku kurd in nayên berdan. Bila qanûnên xwe pêk bînin. Partiyên siyasî yên ku ji daxwazên me re bêdeng dimînin jî hevkarên vê bêedaletiyê ne. Girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Em naxwazin cenazeyên girtiyan ji girtîgehan derkevin.”    Çalakiya malbatan bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.