Li Amedê heqê rê dîsa hat buhakirin 2022-06-21 11:21:50     AMED - Li Amedê heqê rê dîsa hat buhakirin. Piştî buhabûna sotemeniyê ya li dû hev di dolmîşên xetê de jî bihayê xwendekar bû 3 lire 50 qurîş, bihayê tam jî bû 6 lîre 50 quriş.     Piştî ku zemên bi ser hev li sotemeniyê hatin kirin, li Amedê ji çûn û hatina nava bajêr re jî zem hate kirin. Li gorî biryarên Serokatiya Daîreya Gihanî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (UKOME) girtine, zemên dawî di otobosên şaredariyê de bihayê bilêda tam bû 5 lîre, yên daxistî 4 lîre, yên xwendekaran jî weke 3 lîre hate diyarkirin. Di dolmîşên xetê de jî bihayê xwendekar bû 3 lire 50 qurîş, bihayê tam jî bû 6 lîre 50 qurîş.    Bihayê texsiyan jî ji bo serê kîlometreyê ji 6 lîreyan derket 9 lîreyan. Bihayê sarbûn û peyabûnê jî ji 15 lîreyan derket 23 lîreyan.