Jinên Ciwan ên Herêma Firatê Komkujiya Helincê bi bîr anîn 2022-06-20 12:05:53   KOBANÊ - Bi minasebeta 2'yemîn salvegera Komkujiya Helîncê, Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê, bi dirûşmeya “Kuştina jin xiyaneta jiyanê ye” meşek li dar xist û banga domandina têkoşîne kir.   Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firtê, di salvevgera dûyemîn a Komkujiya Helincê de, herikin qadan. Di meşê wêneyên Tekoşerên azadiyê Zehra, Hebûn û Dayika Emîn e, alên Kongereya Star, alên Yekîtiya Jinên Ciwan hatin hildan. Tevahî Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî meşê bûn. Meş ji Bendekontrolala Navçeya Helincê dest pê kir bi berzkirina dirûşmeyên “Zehra nemir e” û “Bijî berxwedana YJST” ber bi Mûzexaneya Komkojiya Helicê ve meşiyan.    Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Sûriyeyê Hebûn Xelîl metna daxuyaniyê xwend.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê, di salvegera duyemîn a Komkujiya Helincê bibîr tînin û soza têkoşînê nû dikin.    Weke ku her kes dizan e ev êriş, qirkirin, tekbirin, talankirin û hedefgirtina siyasetmedarên jin armanca çi ye. Dewleta Tirk dixweze bi rêya van rê û rêbazan rê li ber têkoşîn û şoreşa rûmetê bigire. An jî astengiyê bixe nasnemeya berxwedaniya me. Jinên kurd ji tevahî cîhanê re bûn bersiv û tola hevalên xwe li erde ne hiştin. Em bi hêza xwe ya vîn û gel bi hevdû re mil bi min qad bi qad, li ser piyane û rê nadin dagirkeran dîroka me û rastiya heyî bi çewisînin.”   Piştî daxuyaniyê beşdaran berê xwe da mûzexaneyê her sê hevalan.