'Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin' 2022-06-20 11:33:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Rojbîn Denîz, bal kişand ser êrişa li hemberî avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê û got: "Ya ku Meclisa Gel dike armanca êrişan PDK ye. PDK dixwaze Şengal vegere serdema beriya fermanê."   Di 9'ê Cotmeha 2020'an de, di navbera Bexda û Hewlêrê de hevpeymanek derbarê Şengalê de hat îmzekirin. Piştî peymanê Tirkiye bênavber ji hewayî ve êrişan pêk anî û artêşa Iraqê jî Şengalê dorpêç kir. Her wiha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî her tim Şengalê hedef nîşan da. Herî dawî Tirkiyeyê bi balafira biçek a bêmirov (SÎHA) êrişî Meclisa Gel a Sinûnê kir û di encama bombebaranê de Selah Xidir Naso yê 12 salî û bapîrê xwe Xidir Naso jiyana xwe ji dest dan. Derbarê mijarê de rojnameger Rojbîn Denîz axivî.    'PDK'ê tu carî Osmaniyan bi tenê nehiş'   Rojbîn, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya PDK'ê û got: "Osmaniyên ku bendika çarenûsa êzidiyan girtibûn û piştre jî Komara Tirkiyeyê, li pey êzidiyan çûn Şengalê. PDK’ê di rêwîtiya qirkirinê de Osmaniyan bi tenê nehişt. Afirînerên qirkirinê Tirkiye û PDK'ê ku bi roleke sereke radibin di her firsendê de li dijî civaka êzidî û baweriya wan qirkirinek pêk anîn. Her jenosîd ji bo civaka êzidî êşa tenêbûnê ye û ew bi tenê û bindest hatin hiştin. Qirkirina ku di sala 2014’an de bi sere Şengalê de hat bi berberî û giranî bi qasî fermanên din bû. Civaka êzidî bi vê fermanê tenêtiya ku di fermanên din de mabû ji holê rakir. Şengal ku weke koka hevsengiyê tê zanîn, xwest bi 74 fermanan bi dawî bibe. Armanc ev bû, lê nikaribûn êzidiyan biqedînin. Civaka êzidî ya ku rastî qirkirinê hat û bi qirkirinê re rûbirû ma, di nava demê de dubarekirina xwe veguherand ezmûnek."   '8 sal in xwe diparêzin'   Rojnameger Rojbîn, wiha behsa bandora avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê kir: "Piştî fermanê Şengal zû xwe rizgar kir. Meclisên gel li ser pêwîstiyên nîzama giştî ya êzidxanê hatin avakirin. Ji bo civaka êzidî ya li Iraqê her tim qanûn pûç bûn. Mafê jiyan û parastinê yên êzidiyan tunebû. Civaka êzidî ya ku li Iraqê bêhêz e û nikare desthilatekê ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe yên civakî bibîne, qadên ku bikaribe xwe biparêze û çareseriya pirsgirêkên gel peyda bike ava kiriye. Meclisên gel û asayîşa giştî ya êzidiyan a li Şengalê hate avakirin, bi feraseteke hevpar li cem gel bûn. Piştî fermanê 8 sal in êzidî xwe bi xwe birêvedibin û diparêzin. Ji her kesî re nîşan dan ku bêyî ku girêdayî PDK û dewleta Iraqê bin, dikarin li êzidîxanê bijîn.”   'PDK dixwaze Şengal vegere serdema beriya fermanê'    Rojbîn, destnîşan kir ku Iraq û PDK’ê nikarin sîstema demokratîk a li Şengalê hatiye avakirin tehamûl bikin û ji ber vê jî dest bi êrişên plankirî kirine û dewam kir: “Tirkiye û PDK’ê li dijî îrade û hebûna civaka êzidî ketin nava tevgerê. Di salên dawî de hedefgirtina pêşengên civaka êzidî û zarokên wan ji ber vê yekê ye. Di dema ku Mervan Bedel bû hedefa êrişan, zarokên wî jî li gel wî bûn û di êrişa dawî de jî Meclisa Gel û qada sûkê ya li navenda Sinûnê bi zanebûn û biplankirî hatin hedefgirtin. Di vê êrişê de Salihê 12 salî û xebatkarên Meclisa Gel û 7 kes ku di nav de rojnamevanek jî heye birîndar bûn. Ya ku Meclisa Gel dike armanca êrişan PDK ye. PDK dixwaze Şengal vegere serdema beriya fermanê. Civaka êzdî dixwaze tiştên di fermanê de qewimîne ji bîr bike. Civaka êzidî nemaze jî jin, pêşmergeyên girêdayî Barzanî naxwazin û bi awayekî eşkere jî viya dibêjin. PDK dizane ku gel wê naxwaze. Ji ber vê yekê jî PDK dixwaze bi zext û êrişên Tirkiyeyê li êzidiyan, kurdan bixe. Bi tirsandinê serî li plana tepisandinê dide.”    'Dixwaze bighijê sînorên xwe yên Mîsak-î Mîllî'   Rojbîn Denîz da zanîn ku PDK'ê bi rêya Haydar Şeşo hewl dide li Şengalê provokasyonê bike, lê ev rewş ji aliyê gel ve hat astengkirin û got: "Êrişên MÎT'ê û firoşkarên wê ne tenê li ser Şengalê her wiha li ser Rojava jî pêk tîne. Têkoşîna azadiyê ya ku îradeyê xurt dike û qadên ku îradeya gel lê pêk tê rasterast hedef tê girtin. Êrişa li ser navenda Sinûnê ya 15’ê hezîranê wêneyekî dijminatiya êzdiyan a PDK-Tirkiyeyê ye. Cenazeyê Saleh yê biçûk şewitîbû ji bo bijî di hembêza bavê xwe de têdikoşiya. Dîsa lênûsk, pênûs, pirtûk, jêbir û hemû pêdiviyên zarokan ên dibistanê ku li kirtasiyeyê şewitîbûn pîvanên hovîtiyê û dijminatiyê dide nişandan. Ew hêrs û êşa li wir xwe di objektîfa me de dida xuyakirin. Xeyalên zarokan ên xwendinê tevî hevalên wan Saleh ve şikestin. Digotin, 'Em ê ji niha û pê ve lênûsk û pênûsên xwe ji ku bi dest bixin?' PDK û Tirkiye di dîrokê de wekî dijminatiya zarokan û dijminatiya êzdiyan cihê xwe girtine. Tirkiye bi van êrişên hovane dixwaze xwe bigihîjne xeyal û sînorên xwe yên Misak-i Millî.”