Wêjekarên Kurd atolya bi mijara Zayendperestî çêkirin 2022-06-19 16:14:50   AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd bi sernavê "Di wêjeyê de Zayendiya Civakî û Zayendperestî" atolye li dar xistin. Moderetora atolyê nivîskar Xecê Şen axivî û got "Zayendperestî di civakê de hatiye qodkirin. Lê belê divê em wan zincîran bişkînin."   Komeleya Wêjekarên Kurd bi sernavê "Di wêjeyê de Zayendiya Civakî û Zayendperestî" li avahiya xwe ya li taxa Tesislera atolya wêjeyê çêkir. Atolya ku moderetoriya wê Xecê  Şen dikir de gelek nivîskarên endamên Komeleyê ne beşdar bû.     'Zayendperestî di kesayeta me de hat qetilkirin'    Bingehê civaka zayendperest bi hişmendiya ez eziyê ya ku dijminahîya jinê dikir re dest pê kir. Ango xwedî dîrokeke kevnar e. Ji dema neolotîkê ve em dikarin dest pê bikin. Niha jî bi sîstemên cuda yên weke dewlet, feodalti, kapîtalîzm û weke din re her ku çû jin hate xistin. Ew weke zayenda duyem û sêyem hate dîtin. Ol jî ji bo vê bû piştevan. Keda jinê, afrêneriya wê, aqilmendiya wê hate desteserkirin. Di wêjeyê de jî jin wisa hate bicihkirin. Ji mîtolojiyan heta roman û helbestan. Weke mînak jî em dikarin pirtûkên weke Ramses û Glgamêş bidin. Di wan de jî em dikarin bibin şahîdê şekestinên jinan. Divê em li dijî Zayendperestîyê û ziman ê bi hişmendiya mêrê serdest li ber xwe bidin. Li dijî wê divê jin bêhtir binvîsin, divê mêr jî bêhtir baldar bin. Nivîskarî ji bo pêşerojê mîrateyeke, divê em mîratek bi zimanê wekhev bihêlin."   Atolye bi awayê pirs, bersiv û nirxandinan  berdewamkir.