Ji Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyam 2022-06-19 13:07:53   RIHA - Malbata Şenyaşar ku tekoşîna xwe ya edaletê didomine, bal kişand ser Roja Bavan û ev peyam parve kir: “Hecî Esvet jî bavek bû. Herî dawî ji bo ku zarokên xwe bibîne çû nexweşxaneyê û careke din venegeriya.”   Di 14'ê hezîrana 2018'an de ji aliyê xizm û parastvanê Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin kuştin. Li dijî vê neheqiyê Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2021'ê  de Nobeda Edaetê dabûn destpêkirin dabûn destpêkirin, di roja 468'an de berdewam dike. Ji ber ku dawiya heftê ye malbat nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne û li ser hesabê xwe yê medya sanal parvekirin kir.    Malbatê bi minasebeta Roja Bavan li ser hesaba xwe yê medya dîjîtal bi wêneyekî Hecî Esvet Şenyaşar, ev peyam parve kir: “Hecî Esvet jî bavek bû. Herî dawî ji bo ku zarokên xwe bibîne çû nexweşxaneyê û careke din venegeriya. Cihê goro wî jî bû mijara lêpirsînê lê kesê pirsa ku kê kuştî ye pirs nekir. Roja hemû bavên ku bêsûc di girtîgehê de ne û di rojên zor û zehmet de xwedî li zarokên xwe derdikevin pîroz be. #RojaBavanPîrozBe(#BabalarGünüKutluOlsun)"