'Nobeta Edaletê' ya Malbat Şenyaşar 467 roj in didome 2022-06-18 13:32:33     RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 467 roj in didome. Di çalakiya îro de malbatê bal kişand ser çalakiya Dayikên Şemiyê got: “Li Tirkiyeyê heta ku dayik bigirîn, wê tu pirsgirêk neyên çareserkirin.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di roja 467’emîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê ye û Edliyeya Rihayê girtî nobedê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û bal kişand ser têkoşîna edaletê ya domdirêj a Dayikên Şemiyê ku gihîşt hefteya 899’emîn û wiha got: “Tirkiye dewleteke hiqûqê ye. Di dewleta hiqûqê de edalet mutleq e, em ê bi berxwedanê paşve bînin. Li Tirkiyeyê heta ku dayik bigirîn, wê tu pirsgirêk neyên çareserkirin.”