'Divê rojnameger serbest bên berdan' 2022-06-18 13:17:41     ENQERE - Derbarê girtina 16 rojnamegerên kurd, CPJ'ê daxuyaniyek da û got: "Divê rayedarên tirk tavilê rojnamevanên hatine girtin berdin.”    Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), têkildarî girtina 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê daxuyaniyek nivîskî da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê rayedarên tirk 16 rojnamegerên bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin tavilê berde. Derbarê girtinê de me xwest em xwe bigihînin Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. Lê belê tevî hewldanên me bersiv nehat dayîn."     Koordînatora Bernameya Ewropa û Asya Navîn a CPJ'ê Gulnoza Said jî têkildarî mijarê wiha got: "Divê rayedarên Tirk demildest rojnamegerên ku li Amedê bê sedem hatin binçavkirin berdin. Nayê qebûlkirin ku rojnameger ji bo demeke nediyar bên girtin heta ku di bin perdeyeke bi vî rengî ya veşartî de neyên girtin û bên darizandin û tevî vê yeke jî ev yek rasterast êrişek li dijî azadiya çapemeniyê ye. Divê Tirkiye demildest dest ji girtina rojnamegerên bi delîlên qels an jî bêdelîl berde û dest ji binçavkirina pêşwext weke pêvajoyeke cezakirinê berde. "