'Ji bo azadiya Aysel Tugluk em ê têkoşîna xwe mezin bikin' 2022-06-18 09:06:02     Safiye Alagaş   STENBOL - Nivîskar û parêzvanên mafê mirovan der barê rewşa siysetmedara kurd Aysel Tugluk û girtiyên din ên nexweş de banga tahliyeyê kirin û gotin: “Girtina Ayselê binpêkirina maf e. Em hemû ligel Ayselê ne û daxwaza me ev e ku Aysel demildest bê berdan.”   Tecrîda giran ya li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye. Li girtîgehan mirinên biguman, qetilkirin, întîxar dertên holê û bêguman rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe. Yek ji girtiyên nexweş a giran siyasetmedara kurd Aysel Tugluk e. Tevî ku Aysel nikare jiyana xwe tenê bidomîne jî Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora "Dikare di girtîgehê de bimîne da" û pêşî li tahliyeya wê digire.  Di encama serlêdana parêzeran de vê hefteyê ji bo înfaz bê taloqkirin Aysel sewqî  ATK’ê kirin û niha ev rapor tê payîn.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Stenbolê komxebatek bi navê "Jin û girtîgeh" pêk hat û gelek kes tevlî komxebatên bûn. Jinan rewşa Aysel Tugluk girtin dest û bang kirin ku divê planeke çalakiyê bikeve dewrê.   Parêzvanên maf û niviskarên tevlî komxebatê bûn der barê rewşa Ayselê de axivîn û banga tahliyeyê wê kirin.   ‘Girtina Ayselê binpêkirina maf e’   Seroka Komeleya Kirmizi Bîber Fatma Aytaş ku îmze avêtibû kampanya "Ji bo Ayselê 1000 îmze" wiha vegot: “Tevî ji Fakulteya Tipê ya Kocaeliyê rapora erênî hat jî ATK’ê dijberê vê rapor da. Berdewamkirina girtina Ayselê binpêkirina maf e. Aysel niha ne di rewşa ku bikaribe jiyana xwe bidomîne. Hevalên wê alîkariya wê dikin. Her wiha rewşa girtiyên nexweş yên din jî di rîskê de ye. Gelek girtiyên nexweş hene. Ji girtîgehan cenaze dertên. Em di vê mijarê de kampanyayê dimeşînin. Navên kampanya me "Ji bo Ayselê 1000 jin" lê em ji bo hemû girtiyên nexweş vê kampanyayê dimeşînin.”   Fatmayê, daxuyan ku li hemberî girtiyên siyasî polîtîka dîlgirtinê tê meşandin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Lê mafên van mirovan hene. Divê hûn mafên wan yên qanûnî bidinê. Lê mixabin girtî ji mafên xwe nikarin fêdeyê bigirin. Ji girtîgehan cenaze dertên. Hevalan ji bo vê îfadeya ‘cînayeta mahkum’ bikar anîn. Ev îfadeyek raste. Divê mafê wan girtiyan bê parastin. Divê li ser hikûmetê di vê mijarê de zext bê avakirin.”   ‘Em hemû ligel Ayselê ne’   Fatmayê, da zanîn ku divê ATK bi hestiyar tevbigere û di dawiyê de ev bang kir: "Divê der barê Ayselê de rapora  nikare girtî bimîne, bide. Em bang li ATK’ê dikin. Divê ji bo mafên Ayselê demildest sererastkirinek bê kirin. Em her hefte bi hevalên xwe yên diçin serdana Ayselê re silavan  jê redişînin. Em her tim ligel Ayselê ne. Em jê hez dikin. Hêvîdarim em ê li derve hev bibinin. Ez silavên xwe jê re dişînim.”    Ji 12’yê îlonê heta îro…   Nivîskar Nevîn Berktaş ku 22 salan girtî maye der barê polîtîkayên girtîgehê de nêrînên xwe wiha anî ziman: “Bi salan girtî mame. Ji 12’yê îlona 1980’ê heta îro zext hatine jiyîn û zextên îro li girtîgehan dijîn gihiştine asteke jor. Lê armanca hemû zextan ev e ku girtiyan ji îdealên wan dûr bixin.  Rewşa girtîgehê rê li ber nexweşiyan vedike. Ev jî pirsgirêkên mezin bixwe re tîne.”   Divê girtiyên nexweş bên berdan   Nevînê destnîşan kir ku ji ber pêkanînên li girtîgehan gelek nexweşiyên psîkolojîk û fîzyolojîk dertên holê û ev tişt diyar kir: “Girtî li hember êrişan berxwedanek mezin didin. Gelek girtiyên nexweş hene. Hawira girtîgehê ji bo girtiyên nexweş nayê kişandin. Hevalên muebet girtine piranî di hucreyan de mane, hevalên ku gelek zarokên wan li derve hene. Girtiyên jin pirsgirêkên taybet dijîn. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Ji bo vê divê bi hev re têkoşîn bê dayîn.    Aysel sembol e   Nevînê balkişand ser rewşa Aysel Tugluk û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Rewşa Ayselê dilê mirovan diêşîne. Ez ji dil êşa wê hîs dikim. Ez wê gelek fêm dikim. Wekê ku mine w êş kişandiye. Ji ber tiştên bi cenazeya dayika wê hat kirin travmayek mezin jiya û di encamê de ev pirsgirêk derketin holê. Aysel bû sembola girtiyên nexweş. Her kes dixwaze Aysel derkeve derve. Kampanya tê meşandin qesl maye. Divê zêdetir têkoşîn bê dayîn. Divê têkoşîn bê mezinkirin. Em dixwazin Aysel demildest bê berdan.”